YRA: Em ê xeyalên Mustefa temam bikin

Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekî  Rojnamevanê Şehîd Mustefa Mihemed bi bîr anîn û soz da ku ew ê xeyalên şehîdên heqîqetê temam bike.

YRA: Em ê xeyalên Mustefa temam bikin
18 tîrmeh, 2018   15:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta nûçegihanê Ronhî TV Mustefa Mihemed daxuyanî da.

YRA'yê di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ku ji destpêka aloziya Sûriyê û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve li Rojava û Bakurê Sûriyê ragihandina azad pêngava şoreşê kêlî bi kêlî bi zelalî ji cîhanê re ragihîne. Li cihê ku berxwedanî lê hebû, rojnamevan li wir bûn. Rojnamevanên azad rastiya şoreşê, berxwedana şervanan dişopandin, her wiha sûcên li dijî mirovahiyê teşhîr dikin, ji lewra bûne hedefa hêzên tarî, hin rojnamevan jî gihiştin asta şehadetê.

Yekîtiya Ragihandina Azad di berdewama daxuyaniyê de nûçegihanê Ronahî TV û endamê Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Azad li Rojava Mustefa Mihemed di salvegera duyemîn a şehadeta wî de bi anî û li ser jiyana wî wiha domand, "

Şehîd Mustefa sala 1987`an li gundê Yapsê yê girêdayî Girê Spî ji dayik dibe.

Mustefa bi rola ragihandina azad a di ronîkirina civakê de bawer dibe, li ser vê sibata 2015`an tev li xebatên Ronahî TV dibe û bernameya `Îdaeat` a bi zimanê Erebî pêşkêş dikir. Her wiha tev li duyemîn kongreya Yekitiya Ragihandina Azad bû û di kongreyê de wek nûnerê Kobanê ciyê xwe di Meclisa Ragihandina Azad de girt.

Piştî ku Pêngava Şehîd "Feysel Ebû Leyla" ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê destpê dike, Mustefa berê xwe dide Minbicê û bi kamîreya xwe berxwedana şervanan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê belge dike.

Roja 13`ê Tîrmeha 2016`an şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çerxerêya Dewar Sebie Behrat a bajarê Minbicê rizgar kir. Şehîd Mustefa tevî hinek rojnamevanên dîtir li gel şervanan derbasî çerxerêya Sebie Behrat bû û li wê derê mayin bi wan ve teqiya. Di encama teqîna mayinê de rojnamevan Mustefa Mihemed û Kendal Cûdî birîndar bûn. Mustefa Mihemed ji ber birînên xwe yên giran 18`ê Tîrmehê li Nexweşxaneya Şehîd Xebat şehîd dibe."

Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava di dawiya daxuyaniyê de hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir û bi vê wesîleyê hemû şehîdên çapemeniyê yên ku di oxira ragihandina heqîqetê ji raya giştî re bi bîr anî û soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna xeyalên wan da.

(bb)

ANHA