MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya amadekariyên kongreya xwe ya giştî de li Qamişloyê serdanên xwe yên ji bo qadên siyasî, civakî û jinan didome.

MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
MSD`ê bi saziyên siyasî û civakî yên jinan re hevdîtin kir
3 cotmeh, 2026   16:00
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku malpera fermî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dane, şandeyeke MSD’ê serdana Kongra Star kir, şande ji hêla berdevka Kongra Star Gulistan Gulo û endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya MSD`ê ji hevseroka MSD`ê Leyla Qereman, cîgira hevserokan Canda Mihemed û hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a Herêma Cizîrê Derya Remedan pêk tê.

Di hevdîtinê de rola jinan a di qada siyasî û civakî de hat nîqaşkirin, Kongra Star diyar kir ku girînge ku MSD li ser şopa xwe ya neteweyî bimeşe da ku bigihêje çareseriyeke siyasî ya li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê.

Kongra Star bal kişand ser girîngiya parastina mafê jinan, misogeriya wê ya destûrî û qanûnî li hemû parêzgehên Sûriyeyê.

Di serdana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de jî şande ji hêla hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed û endama Rêveberiya Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM’ê Şaha Xelîl û berdevka Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê Efaf Hesekê ve hat pêşwazîkirin.

Şadeya MSD`ê li hêleke din serdana Yekitiya Jinên Êzidî jî kir û ew ji hêlabBerdevka yekitiyê Hediya Şemo, endama Komîteya Têkiliyan Roşîn Mûsa û gerînendeya Nivîsgeha Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Sûad Hiso ve hat pêşwazîkirin.

Ev hevdîtin ji bo guhdarîkirina li nêrîn û pêşniyaran, di çarçoveya amadekariyên kongreya MSD`ê ya giştî de pêk tên.

(sb)