Li zanîngehên Rojava û Kobanê pêvajoya hevyazbariyê dest pê kir

Li zanîngehên Rojava û Kobaniyê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027’an pêvajoya hevyazbariyê dest pê kir.

Li zanîngehên Rojava û Kobanê pêvajoya hevyazbariyê dest pê kir
3 cotmeh, 2026   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li zanîngehên Rojava û Kobaniyê, pêvajoya tomarkirinê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027’an dest pê kir. Her du zanîngehan li ser malperên xwe hevyazbariya tomarkirinê weşand.

Zanîngehan li gorî pisporî û qada xwendinê mercên tomarkirinê yên herî kêm diyar kirine.

Zanîngehan ji xwendekarên ku di dixwazin xwe tomar bikin xwest lîsteyên hevyazbariyê ku hatine weşandin bixwînin da ku mercên tomarkirinê û mercên taybet ên ji bo her beşekê fêr bibin û li gor wê xwe tomar bikin.

(k)

ANHA