Îsraîlê kuştina du fermandarên Cîhad Îslamî ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 fermandarên yekîneya mûşekan a Cîhad Îslamî di êrişên li ser Xezayê de hatin kuştin.

Îsraîlê kuştina du fermandarên Cîhad Îslamî ragihand
3 cotmeh, 2026   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh di du êrişên hewayî de 2 fermandarên yekîneya mûşekan a Tevgera Cîhad Îslamî li Xezayê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Di êrişa yekemîn de fermandarê Yekîneya Mûşekan a girêdayî Ketîbeya Şûcaiya Ehmed Mehmûd Herb El Remlawî hat kuştin. Di êrişa din de serokê şaneya mûşekên dijtankan a girêdayî basakê leşkerî yê tevgerê Munîr Îbrahîm El Mesîr hat kuştin."

Li gorî daxuyanî, herdu kuştî di şerên dawîn de plana hedefkirina hêz û sivîlên Îsraîlê amade dikir û beşdarî hewldanên ji nû ve avakirina şiyana leşkerî ya Hemasê bibûn.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku Tevgera Cîhad Îsalmî agirbestê binpê dike û anî ziman ku hêzên wê dê xebatên rakirina gefan bidomînin.