​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn

Rojnamevanê şoreşger Necmettîn Salaz li Qamişloyê hat bîranîn. Di bîranînê de soza şopandina rêya wî hat dayîn.

​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn
​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn
​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn
​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn
​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn
​​​​​​​Rojnamevan Necmettîn Salaz li Qamişlo hat bibîranîn
17 cotmeh 2023   17:39

Di merasîma bîranînê li bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan rojnamevan û karmendên ragihandinê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, rojnamevan Xalid Ermîş der barê jiyana şehîd Necmettîn Salaz de got, dema derbeya sala 1980′î de, şehîd Necmettîn Salaz rewşên zehmet derbas kir û berxwedana zîndanê bandor lê kir, li ser vî esasî dest bi berxwedana rumetê kir.

Rojnamevan Ermiş bal kişand ser rihê hevalatiyê yê li gel şehîd Necmettîn Salaz û got: "Me li Başûrê Kurdistanê hev din nas kir û me bi hev re kar kir. Me ruheke hevaltiyê ya xweş derbas kir. Şehîd Necmettîn di nav civakê de gelekî dihat hezkirin. Rast e wî kes nas nedikir lê beşdariya girseya gel di merasîma wî de hezkirina gel jê re îsbat kir. Xebera şehadeta wî ji bo min biêş bû."

Xalid Ermiş got, şehîd Necmettîn Salaz ji bo teşhîrkirina polîtîkayên dewleta Tirk û tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re tê koşiya û got: "Karîbû bibe dengê gelê xwe û ji bo avakirina civaka xwe kar kir. Ferq û cudahî nedixstin di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de."

Rojnamevan Xalid Ermiş şehîd Seyid Evran û Necmettîn wekî hafizeya gel û nirxên ragihandina azad bi nav kirin û got, dê rêya heqîqetê berdewam bikin.

Piştre sînevîzyonek der barê jiyana şehîd û têkoşîna wî de hat pêşandan.

Rojnamevan Necmettîn Salaz ku yek ji navên girîng ên ragihandina azad de ye, di 14'ê vê Cotmehê de ji ber nexweşiya kezebê li nexweşxaneya Smart a li Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bû û cenazeyê wî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hat veşartin.

(mh)

ANHA