Li gundewarên Şamê 4 kes hatin kuştin

Di encama hedefgirtina seyareyekê li herêma El Qelemon a Şamê de 3 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Li herêma El Ziyabiya ya Şamê jî jinek hat kuştin.

Li gundewarên Şamê 4 kes hatin kuştin
3 cotmeh, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Ras El Mera yê herêma El Qelemon a Şamê, di saetên dereng ên şevê de (2 Cotmeh) bi gulebaranê seyareyek hat hedefgirtin. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hene.

Bûyer li nêzî bajarokê pêk hat ku nêzî 5 kîlometreyan dûrî sînorê Sûriye-Lubnanê ye. Hate diyarkirin ku bûyerê ji ber nakokiyeke malbatî rû daye.

Duh bi şev jinek li bajarokê El Behdeliye yê li herêma El Ziyabiya ya Şamê, ji hêla kesekî nenas ve bi gulebaranê hat kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ew jin tevî 3 zarokên xwe li nêzî Şîrketa Sara bû, li wê deverê seyareyek sekinî û gule berdan. Di encamê de wê jinê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî bûyerê aliyên peywendîdar heta niha tu agahî parve nekirine.

SOHR’ê diyar kir ku wan ji destpêka salê (2026) heta 2`yê Cotmehê li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê kuştina 436 kesan belge kiriye.

(sb)

ANHA