Cotkar ji ber nedayîna pereyên genim nikarin erdên xwe biçînin

Bi nêzîkbûna demsala çandiniyê re bi hezaran cotkarên li herêma Cizîrê ji ber derengmayîna dayîna pereyên genim û bihabûna sotemeniyê, bi krîzeke mezin re rû bi rû ne. Cotkar nikarin dest bi ajotina erdan û amadekariyên çandiniyê bikin.

Cotkar ji ber nedayîna pereyên genim nikarin erdên xwe biçînin
3 cotmeh, 2026   03:55
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Cotkarên li herêma Cezîrê diyar dikin ku ji ber derengketina dayîna pereyên genim û buhayên bilind ên sotemeniyê, îsal ketine ber astengiyên mezin ku bandoreke mezin li çandinê kiriye.

Tevî ku demeke dirêj e cotkaran berhema xwe ya genim radestî navendên depokirinê kiriye jî, piraniya wan tenê beşeke pereyên genim wergirtiye, lê pereyên mayî ji hêla hikumeta veguhêz ve nehatine dayîn.

Vê derengketinê hiştiye cotkar bê pere bimînin ku nikarin deynên xwe yên kombûyî bidin, tov bikirin an dest bi ajotina erdên xwe bikin.

BIHABÛNA MAZOTÊ BARÊ COTKARAN GIRAN KIR

Di 13’ê Îlonê de bihayê lîtreyeke mazotê gihîşt 175 lîreyên nû (17,500 lîreyên kevn). Vê zêdebûnê rasterast bandor li lêçûnên cotkirin û çandiniyê kiriye.

Mesrefa xebitandina traktor û makîneyên çandiniyê zêdeyî derfetên darayî yên cotkaran e, lewma ew nikarin erdên xwe cot bikin û biçînin.

Zana Mûsa cotkarek ji gundê Xoşîniyê yê Tirbespiyê ye. Mûsa li ser bandorên derengketina xebtên çandiniyê hişyarî da û diyar kir ku cotkar û xwediyên makîneyên çandiniyê niha bi zehmetiyan re rû bi rû ne û destnîşan kir ku bihayê çandina donimek erdê hîn nehatiye destnîşankirin ji ber bihabûna mazotê.

Mûsa diyar kir ku ji ber van rewşa beşekî mezin ê cotkaran neçar in ku dev ji çandina genim berdin, qadên çandiniyê kêm bikin û berê xwe bidin çandina berhemên alternatîf ên erzantir (wek kemûn û kizbere), an jî bi tevahî dev ji çandiniyê berdin.

Cotkaran bang li rayedarên têkildar kir ku bi lezgînî mudaxele bikin, pereyên firotina genim ên mayî bi lez bidin û piştgirîyên sotemeniya çandiniyê wekî ku Rêveberiya Xweser berê dikir, ji nû ve bidin destpêkirin, berî ku pir dereng bibe û zivistan were.

(k)

ANHA