Dayika şehîda meşaleya Newrozê Zekiye Alkan wefat kir

Daîka zekiye Alkan ku Newroza sala 1990’ê li Amedê bedena xwe da ber agir û bû meşaleya Newrozê, Îsmet Alkan ji ber krîza dil wefat kir.

Dayika şehîda meşaleya Newrozê Zekiye Alkan wefat kir
17 cotmeh, 2023   08:34

Li gorî nûçeya JinNewsê, Îsmet Alkan roja Yekşemê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê ji ber krîza dil rakiribûn nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Îsmet Alkan wê nîvro merasîm bê lidarxistin û dê cenazeyê wê li Goristana Narlidereyê bê veşartin.