Şêniyên Hawîşê serdana malên xwe kir û wêraniya li gund belge kir

Şêniyên gundê Hawîşê yê Til Temirê, demkî vegeriyane da ku malên xwe kontrol bikin û zirara ku di salên koçberiyê de li wan bûne binirxînin. Dîmenên hatine kişandin asta wêraniya ku ji sala 2019`an ve bûye nîşan didin.

Şêniyên Hawîşê serdana malên xwe kir û wêraniya li gund belge kir
3 cotmeh, 2026   13:24
HESEKÊ

Şêniyên gundê Hawîşê yê Til Temirê bi demkî vegeriyane gundê xwe da ku malên xwe kontrol bikin.

Dîmenên li nav gund hatine kişandin asta zirara li malan bûye, nîşan didin.

Tevî şert û mercên dijwar ên ji ber koçberiyê ji sala 2019`an vir ve kişandine jî, şênî hewl didin vegerin malên xwe.

(k)

ANHA