Li Şamê, sersaxî ji malbata têkoşer Hafiz Horor re hate xwestin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şam ji bo şervanê YPG'ê Hafiz Horo yê ku di berxwedana Efrînê de şehîd bû, merasîmê sersaxiyê organîze kir.

Li Şamê, sersaxî ji malbata têkoşer Hafiz Horor re hate xwestin
18 tîrmeh, 2018   15:20

ŞAM

Li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê ji bo şervanê YPG'ê Hafiz Horo (Şêro Bilbilê) merasîmê sersaxiyê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin.

Bi dehan şêniyên taxê ji malbata Horo re sersaxî xwestin.

Piştî rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Taxa Zorava û Kongreya Star axaftin hatin kirin. Kesên axivîne sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola şehîdan a di rizgarkirina gelan de destnîşan kirin.

Kesên axivîne soza şopandina xeta şehîdan dan.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA