Zelensky: Em ê li parzûngehên petrolê yên Rûsyayê bidin

Zelensky diyar kir ku Ukrayna dê cihên sivîl ên li hundirê Rûsyayê neke armanc, lê dê parzûngehên petrolê bike armanc.

Zelensky: Em ê li parzûngehên petrolê yên Rûsyayê bidin
3 cotmeh, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro got ku welatê wî dê cihên sivîl ên li hundirê Rûsyayê neke armanc, lê dê bi hedefgirtina parzûngehên petrolê bersivê bide zêdebûna êrişên Rûsyayê.

Zelensky destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê êrişên li dijî binesazî û tesîsan berdewam kirin û behsa êrişên ku li avahiyên niştecîh, torên rêyên trênê û tesîsên enerjiyê li gelek herêman pêk hatine kir.

Di dewama axaftina xwe de Zelensky anî ziman ku di 24 saetên borî de, şiyanên Ukraynayê yên dûr avêj cihên ku piştgiriyê didin êrişên leşkerî yên Rûsyayê kirine armanc û bal kişand ser êrişên li herêmên Samara, Bryansk û Deryaya Reş.

Zelensky da zanîn ku Ukrayna di aramkirina rewşê li eniya rojhilatê Donetskê de bi ser ketiye û diyar kir ku Operasyona "Vivaldi" berdewam dike û encam dide.

Serokê Ukraynayê Rûsya bi pêkanîna êrişên hîbrîd li dijî Ewropayê tawanbar kir ku armanc ew e ku parçebûnê pêk bîne û piştgiriya ji bo Ukraynayê kêm bike.

(f)