Akademiya Civaka Sivîl a Helebê dewreya duyemîn bidawî kir

Ji Akademiya Civaka Sivîl a Helebê 17 endaman piştî ku perwerdeya bîrozdî 17 rojan dîtin mezûn bûn.

Akademiya Civaka Sivîl a Helebê dewreya duyemîn bidawî kir
Akademiya Civaka Sivîl a Helebê dewreya duyemîn bidawî kir
Akademiya Civaka Sivîl a Helebê dewreya duyemîn bidawî kir
Akademiya Civaka Sivîl a Helebê dewreya duyemîn bidawî kir
Akademiya Civaka Sivîl a Helebê dewreya duyemîn bidawî kir
18 tîrmeh, 2018   14:12

HELEB

Akademiya Civaka Sivîl a Heleb pêş 17 rojan bi tevlîbûna 17 endamên saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên ji pêkhatyên Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn dabû destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê bi navê "Ş.Bakur Efrîn" yê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû, hatibû birêxistinkirin.

Di perwerdeyê de waneyên li ser girîngiya perwerdê, civaka xwezayî, şerê taybet, welatparêzî, rastiya rêbertî, çand û exlaq, rêbaz û hunera xîtabetê, dîroka jin, jinelojiya, dîroka Sûriyê, Netewa Demokratîk, parastina rewa, rihê hevaltî û rexne û xwerenxekirin hatin dayîn.

Dewre bi nirxandina perwerdeyê ji aliyê endamên perweredeyê û yên ji Komîteya Civaka Demokratîk ve bi dawî bû.

Beşdarên dewreya perwerdeyê sond xwarin ku ew ê li gorî rêgeza Netewa Demokratîk karê bikin.

Li gorî rêveberên akademiyê dewreya sêyemîn a akademiyê dê taybet ji bo mamosteyan be û 20 rojan berdewam bike.

(bb)

ANHA