Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir

Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê bi rêya çalakiyan daxwaza parastina aştiya civakî, rêzdariya li hember mafê pêkhateyên Sûriyeyê, naskirina mafên gelê Kurd ên çandî, zimanî û neteweyî kir.

Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
Şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê banga parastina aştiya civakî kir
3 cotmeh, 2026   15:51
HESEKÊ

Şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê ji bo daxwaza parastina aştiya civakî, rêzdariya li hemberî mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, hesabxwestina ji berpirsyarên kiryarên ku rageşiyê derdixin û di nava civakê de parçebûnê kûr dikin, çalakî organîze kirin.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temir li Çerxerêya Qendîl bi dehan şêniyan bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ji hêla cîgira hevserokên Meclisa Bajarê Til Temirê Madlîn El Ibêd daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd di nava gelên li herêmê de pêkhateyeke resen e, hebûneke wî ya dîrokî, çandî û zimanî li vê erdîngariyê heye, parastina mafê pêkhateyan, pêşxistina wekheviyê ji bo parastina jiyana hevbeş esas e.

Şêniyan di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku divê kiryarên li dijî pêkhateyên li Sûriyeyê ji holê bên rakirin, ji bo gurkirina fitneya di navbera xelkê herêmê de hewildan hene ev yek jî bandorê li aştiya civakî, zêdebûna rageşiyê û parçekirinê dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirrengiya neteweyî, zimanî û çandî ya li Sûriyeyê beşeke zengîniya herêmê ye, mafê gelê Kurd ê naskirina nasanmeya wan di destûrê de heye, divê mafê perwerdeya zimanê kurdî, derbaskirina wê ya qadên perwerdeyê, çandî û fermî de bê misogerkirin.

Şêniyan da zanîn ku avakirina Sûriyeya nû divê bi dûrketina ji paşguhkirinê û gotara nefretê pêk were, divê eşîrên ereban jî li beramberî van hedefgirtinan bisekine, ji bo Sûriyeyeke demokratîk pirreng xebatê bide meşandin.

ZIRGAN

Li bajarê Zirganê Meclisa Bajêr li pêşiya avahiya meclisê daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Nûra Ehmedo û Delal El Hemîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd pêkhateyeke resen ê herêmê ye, ew şirîkê resen yê avakirin dîrok, dema niha û siberojê ye, divê di navbera pêkhateyan de li ser esasê naskirineke wekhev, wekhevî û rêzdariya li beramberî mafan têkilî were sazkirin, divê nakokiyên siyasî û civakî nebin fakotrê gefxwarina jiyana Sûriyeyan.

Meclisê bang li parastina istiqrara civakî, rêzdariya mafê hemû pêkhateyan û rêgirtina ber zêdekirina asta rageşiyê kir, da zanîn ku gelê Kurd di avakirina dewleta Sûriyeyê de rol lîstiye, di parastina xak û rûmetê jî beşdar bûye, divê nebe hedefa nakokiyan û nakokiyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê şênî bi beşdariya endamên saziyên sivîl û meclisan, tevgerên ciwan û jinan, nûnerên partiyên siyasî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji Qada Jinê heta navenda bajêr domiya.

Xwepêşandêran daxwaza parastina aştiya civakî û rêgirtina ber parçebûna di navbera pêkhateyên civakê kir, piştî ku xwepêşander gihîştin navenda bajêr û deqeyeke rêzgirtin rawestiyan bi navê Înîsiyatîfa Gel a Dirbêsiyê daxuyaniyek ji hêla Îbrahîm Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ziman û çanda kurdî beşeke resen a pirrengiya Sûriyeyê ye, mafê wan mijareke nabe ku kêm lê bê nêrandin û wiha hat gotin: “Sûriyeyê bêyî nenaskirina pirrengiyê, rêzdariya mafan û rûmeta hemûyan nayê avakirin, parastina aştiya civakî berpirsyariyeke giştî ye, jiyana hevbeş û rêzdarî ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk bingehe.”

Însiyatîfê kiryarên tundiyê red kir û da zanîn ku divê nakokî bi rêya diyalogê ve were çareserkirina, parastina aştiya civakî berpirsyartiya hemû pêkhateyane, her wiha daxwaza hesabxwestina ji kesên ku van kiryaran pêk tînin kir.

(sb)

ANHA