Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin

Desteya Kar û Barên Malbat û Niştecihan a Sûriyeyê kargeheke çêkirina qedehên kaxezî li Tirbespiyê vekir.

Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
Li Tirbespiyê kargeha çêkirina îskanên kaxizî hat vekirin
3 cotmeh, 2026   15:58
Qamişlo

Îro li Tirbespiyê ji aliyê Desteya Kar û Barên Malbat û Niştecihan a Sûriyeyê ve yekem kargeha çêkirina qedehên (îskan) kaxezî wek xebateke yekem a desteyê li herêmê, bi merasîmekê hat vekirin. 

Di merasîma vekirinê de gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Bajêr û endamên desteyê beşdar bûn û vekirina kargehê ji hêla Cîhan Hesam û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate vekirin.

Di merasîmê de Cîhan Hesam axivî û bal kişand ser rola projeyên hilberîner di pêşxistina aboriya herêmê de û ji bo jinan ku dikarin derfetên kar biafirînin û piştgiriyê bidin hilberîna li herêmê.

ANHA