MSD′ê komkujiya li Xezayê şermezar kir

MSD′ê komkujiya li Xezayê şermezar kir û banga çareseriyeke adilane ya mayînde ji şerê Îsraîlê û Filistînê kir.

MSD′ê komkujiya li Xezayê şermezar kir
18 cotmeh 2023   13:30

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê komkujiya li Xezayê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

′′Em bûyerên xeternak, trajedîk û  karesata mirovî ya li Xezayê dişopînin û bi tundî komkujiyên li dijî sivîlan şermezar dike ku ji 7′ê Cotemehê ve heta îro têne kirin, ya herî dawîn êrişa hovane ya li dijî nexweşxaneya El Memedanî bû.

Ji ber sivîlên ku canê xwe ji dest didin, em xemgîniya xwe ya kûr û dilgiraniya xwe tînin ziman. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Divê civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo rawestandina şer û rijandina xwînê û hedefkirina sivîlan tedbîran bigirin. Divê civaka navneteweyî li gorî pîvanên mafên mirovan û qanûnên mirovî yên navneteweyî tev bigire. Em bang dikin ku pêwîst e hewldanên cidî ji bo vejandina pêvajoya aştiyê werin kirin. Her wiha em bang dikin ku divê biryarên navneteweyî yên rewa yên têkildarî mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenûsa xwe werin dayîn. Divê çareseriyeke adilane û mayînde ji şer re were dîtin. Bi piştevanî û xebatên hevbeş em dikarin siberojeke guncaw ji bo herêmê ava bikin û jiyan û rûmeta tevahî mirovan biparêzin."

(bb)