Hêzên Rûsyayê bajarokekî Xarkîvê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê bajarokekî Xarkîvê kontrol kiriye û 3 bombeyên rêberkirî û 680 dronên hêzên Ukraynayê xistine xwarê.

Hêzên Rûsyayê bajarokekî Xarkîvê kontrol kir
3 cotmeh, 2026   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Novaya Kazachya yê herêma Xarkîvê kontrol kir û destnîşan kir ku dorpêça giran a li ser yekîneyên Ukraynayê yê li bakurê rojhilatê herêmê didome.
Wezaretê diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de 6 bombeyên rêberkirî û 680 dronên Ukraynayê xistine xwarê.