‘Divê di zûtirîn dem de konferanseke neteweyî were lidarxistin‘

Di Konferansa KNK‘ê ya li Brukselê de banga avakirina komîteyeke hevpar, destpêkirina kampanyaya îmzeyan û bi tevlîbûna hemû partiyên siyasî di zûtirîn demê de lidarxistina konferansa neteweyî kir. Hate gotin, divê Kurdî li Neteweyên Yekbûyî bibin xwedî yek deng.

‘Divê di zûtirîn dem de konferanseke neteweyî were lidarxistin‘
3 cotmeh, 2026   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa ku li paytexta Belçîka Brukselê ji bo daxwaza statû û temsîliyeta Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat organîzekirin, dewam dike. Nûnerên partiyên siyasî û şexsên ku tevlî konferans bûn, nêrînên xwe anîn ser ziman.

EM Ê JI BO TEMSÎLÎYETA KURDAN LI NY’Ê JI ÇI DESTÊ ME WERE BIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Îzlandayê yê berê Ogmundur Jonasson di axaftina xwe de wiha got:

 “Min ji Îzlandayê, silavên Kurdên li Îzlandayê û dostên wan ên li Îzlandayê anî. Ez jî yek ji wan im. Ez ji bo piştgiriya ev hewldana girîng a li vir, hatim. Ji bo ku Kurd li Netewetên Yekbûyî statuya çavdêr bi dest bixin, piştgiriya ku ji destê me tê bidin. Ji bo ku we sibeheke fêrker li me dan jiyankirin, spasiya we dikim. Axaftinên nûnerên rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û pisporan ên derbarê girêdana dîrokî ya Kurdan, rewşa jeopolîtîk û xebitîna Neteweyên Yekbûyî ji bo min fêrker bû. Ez ji bo vê spas dikim. Ezê niha gotinên pir girîng nebêjim, lê dixwazim tiştekî ku min di serê vê hefteyê de jiyan kir, vebêjim. Ji aliyê Gallup ve hate xwestin ku ez tevlî lêkolînekî raya giştî bibim. Pêşî ji min pirsîn ku tenduristiya min çawa ye, ez kêfxweş im an ne. Piştre, nêrîna min derbarê hin dewletan de pirsîn. Xwestin fêr bibin ku ez derbarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn, Rûsya û Yekitiya Ewropayê de çawa hîs dikim. Dema ku pirsên derbarê pêşerojê de hatin pirsîn, ev mirovê pozîtîf hat rewşekî rexnegir û reşbîn. Sedema vê helbet awayê pirskirinê bû. Ger bi awayekî giştî pirsîban ku ez derbarê mirovên ku li Amerîka, Çîn, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê jiyan dikin, çi difikirim, ez ê erênî bam. Pirsgirêk dewlet in, ne mirov in. Helbet dibe ku hin mirov pirsgirêk bin, lê bi giştî ne gel in. Aramiya mirovan, di rejeyekî mezin de ji aliyê dewletan ve tê diyarkirin û dewlet li vê derê ji hev cuda dibin. Mafê dewletê ya Kurdan hate redkirin. Zêdeyî 60 milyon Kurd jî bêpar tên hiştin ku giliyên xwe ji Neteweyên Yekbûyî re bînin ser ziman. Divê Kurd jî li Neteweyên Yekbûyî bibin xwedî dengek.”

Li ser navê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Şemal axivî û diyar kir ku pêwîstiya Kurdan li qada navneteweyî bi temsîlyetekî hevpar û xurt heye. Şemal îşaret bi Kongreya Neteweyî ya Kurd ku çar parçeyên Kurdistanê bigre nava xwe kir û destnîşan kir ku kongreyekî bi vî rengî ji bo ku Kurd bikaribin îradeya xwe ya civakî û neteweyî di zemînekî hevpar de raber bikin, girîng e.

DESTPÊKA TÊKOŞÎNA DEMDIRÊJ

Dr. Ebdulkerîm Omar ku li ser navê Rojava tevlî konferansê bû, diyar kir ku konferans ji bo gelê Kurd rojekî dîrokî ye û anî ser ziman ku civîn destpêk û gava ewil a têkoşînekî demdirêj e.

Omar diyar kir ku divê Kurd pirsgirêkên xwe bi xwe bikin rojeva qada navneteweyî û bilêv kir ku Şoreşa Rojava û pêvajoya Kobanê naskirina gelê Kurd li cîhanê bir astekî pêş. Omar anî ser ziman ku di vê pêvajoyê de bi milyonan mirov, bûn dostê gelê Kurd û got ku lidarxistina konferansê di pêvajoyeke wiha dîrokî de girîng e.

Omar diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê û diasporayê, di konferans û xebatên wekî wê de, bi awayekî giştî werin temsîlkirin û destnîşan kir ku divê tevahî partiyên siyasî yên mezin jî tevlî xebatan bibin.

‘DIVÊ EM KÊMASIYÊN XWE JÎ BIBÎNIN‘

Nûnerê Yekitiya Suryanan a Ewropayê Fehmî Vergilî jî diyar kir ku di mijara nebûna temsîliyeta Kurdan a li qada navneteweyî de, destpêkê berpirsyariya wan e. Vergilî got ku divê destpêkê pirsgirêkê ji xwe bipirsin û bal kişand ser tevgerîna hevpar a gelên wekî Kurd, Ermenî û Êzidiyan. Vergilî anî ziman ku li şûna ku pirsgirêkên ku îro tên jiyankirin, bifikirin ku çavkaniya xwe ji hin kesên din digre, divê kêmasiyên xwe jî bibînin û xebata hevpar û piştevanî were xurtkirin.

PDK-Î: DIVÊ YEKÎTIYA DI NAVBERA KURDAN DE BÊ XURTKIRIN

Li ser navê PDK-Îranê Bahaî Kakaî axivî û bal kişand ser girîngiya pêşxistina nêzîkatiyeke hevpar a di navbera Kurdên her çar perçeyên Kurdan û dîasporayê. Kakaî diyar kir ku divê cudahiyên di navbera sazî û partiyên siyasî yên Kurdan de bên derbaskirin û destnîşan kir ku divê ev yekîtî li derveyî welat jî veguhere modelekê.

Kakaî anî ziman ku civaka Kurd a li derveyî welat ji ber di nava avaniyeke parçebûyî ya partiyên siyasî û komên cuda de ne, ev yek li pêşiya xebatên hevpar dibe asteng û diyar kir ku divê yekîtî û piştgiriya di navbera Kurdên her çar parçeyan û dîasporayê de bê xurtkirin.

DI DEMEKE HERÎ KIN DE KONFERANSA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku têkoşîna azadiyê ne tenê li nava welat, divê li qada navneteweyî jî bê meşandin û anî ziman ku armanca konferansê ew e ku ji pirsa 'Kurd wê di hemû platformên navneteweyî de çawa cih bigirin' re bibe bersiv. Aydar bal kişand ser van xusûsan: “Em li welatê xwe hene, em ê di hemû platforman de jî hebin. Em diçin saziyên navneteweyî, tenê weke mêvan dikevinê, lê em ne endamên van saziyan e. Ev ji bo me birînek e, ji bo gelê me birîneke giran e. Îro ji bo çareserkirina vê û ji bo em di van saziyan de cih bigirin em li vir in. Em weke KCK bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Heta ku temsiliyeta Kurdan bê misogerkirin em ê vê têkoşînê bimeşînin. Tirk, Ereb, Fars nikarin temsiliyeta me bikin, ew tenê dikarin temsiliyeta neteweyên xwe bikin. Em nebûn hevparê van dewletan. Me ev yek li Lozanê jiya, 100 sal in em êşa vê dikişînin. Îro li vir ji bo bidawîkirina vê em dest bi vê xebatê dikin. Ez komîteyeke ku wê vê têkoşînê bimeşîne pêşniyar dikim. Ji bo vê yekê û ji bo hevparkirina hemû Kurdan ez kampanyayeke îmzeyan pêşniyar dikim. Em bi biryar in, heta ku em gelê xwe li ser xaka xwe azad nekin, em ê vê têkoşînê bidomînin. Em bang li hemû partiyan dikin, ev têkoşîn tenê bi yekîtiyê pêk tê. Eger em yekîtiya xwe pêk bînin wê ev yek bi encam bibe. Li ser navê KCK'ê ez bang li hemû partiyan dikim: Di demeke herî kin de em konferansa xwe ya neteweyî pêk bînin, van xebatan li wir bikin biryar û têkoşînê ji yek destî bimeşînin.”

DAXWAZA STATUYÊ GAVEKE GIRÎNG E

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir bal kişand ser statuya navneteweyî ya Kurdan û temsiliyeta wan a li Neteweyên Yekbûyî. Ebubekir diyar kir ku Kurd heta îro li qada navneteweyî li ser navê xwe xwedî statuyeke têrker nînin û destnîşan kir ku daxwaza statuya çavdêriyê ji vî alî ve gaveke girîng e. Ebubekir anî ziman ku Kurd îro jî di nav sîstema navneteweyî de bi pirsgirêka statuyê re rû bi rû ne. Ebubekir da zanîn ku divê Kurd li ser navê xwe li qada navneteweyî cih bigirin.

Li ser navê GORAN jî Pêrî Ehmed axaftinek kir.

DIVÊ YEKÎTIYA KURDAN BÊ MISOGERKIRIN

Li ser navê DEM Partiyê Îmam Taşçier axivî û diyar kir ku tevî nifûsa wan ji 60 milyonî zêdetir e jî li qada navneteweyî nayên temsîlkirin. Taşçier anî ziman ku Kurd ji mafên bingehîn bêpar hatine hiştin. Taşçier destnîşan kir ku pêşniyarên teknîkî yên ku di konferansê de hatine pêşkêşkirin bi qîmet in, lê ji bo pêkanîna wan divê sazî û avaniyên siyasî pêşengiyê bikin. Taşçier anî ziman ku pêwîstiya Kurdan bi wê yekê heye ku di nava xwe de mekanîzmayeke dîplomasiyê ya hevpar ava bikin û got, “Eger îro yekîtiya me hebûya, wê rewşa me li cihekî din bûya.”

DIVÊ SEKNA AZADÎXWAZ A JINAN BIBE NAVENDÎ

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di axaftina xwe ya li ser navê TJA'yê de wiha got:

 “Di vê pêvajoya parçebûyî ya sedsalî de Kurd neçar man ku di bin sîstemên cihêreng, rejîmên siyasî yên cuda û sîstemên civakî yên ji hev cuda de bijîn. Divê li ser têgihiştineke ku van cudahî û dewlemendiyan hembêz dike bê avakirin. Cihêrengiya me ne sedema cudabûnê ye, hêz û dewlemendiya paşeroja me ya hevpar e. Di vê pêvajoyê de hêmaneke din a jiyanî ya ku derdikeve pêş jî, sekna jinên Kurd û rola wê ya di siyasetê de ye. Jinên Kurd, ne tenê bûye parçeyek ji têkoşîna civakî, bi sekna xwe ya xweser, îradeya xwe ya siyasî û pêşengiya xwe veguheriye hêza sereke ya veguherîna civakî. Yekîtî û modelên çareseriyê yên ku pêşengtî û vîna jinan ji nedîtî ve tên mayînde nabe. Weke encam, nêzîkatiya ku cihêrengiyê weke dewlemendiyekê qebûl dike û sekna azadîxwaz a jinê dixe navendê, zemîna herî xurt a ku îro pêdiviya me pê heye.‘‘