Hîzbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn

Li gorî nûçeya Reutersê ku xwe dispêre şeş çavkaniyan, nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û endamên Hîzbûllahê bi mebesta kêmkirina rageşiya ku her diçe zêde dibe, di meha Îlonê de li Tirkiyeyê civîneke veşartî pêk anîn.

Hîzbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn
1 cotmeh, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hat ragihandin ku ji bo kêmkirina rageşiya di navbera her du aliyan de, di navbera nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û Hîzbûllah a li Libnanê de li Tirkiyeyê civînên veşartî hatine pêk anîn.

 Li gorî şeş çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne û navê wan nehatin eşkerekirin; berpirsên îstixbarata Sûriyeyê û Wezareta Karûbarên Derve bi nûnerên Hîzbûllahê re di meha Îlonê de li Tirkiyeyê herî kêm carekê rû bi rû civiyan. Hat ragihandin ku di nav çavkaniyên ku axivîne de berpirsên Sûriyeyî, berpirsekî DYE’yî û çavkaniyeke ewlehiyê ya bilind a Libnanî ku nêzî Hîzbûllahê ye hene.

 Li gorî Reutersê, civîn bi vexwendina saziyên ewlehî û îstixbaratê yên Tirk hat lidarxistin. Hat diyar kirin ku Enqere ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Sûriye û Hîzbûllahê de û peydakirina aramiya herêmî ji bo van hevdîtinan pêşengî kiriye.

 JI ŞAMÊ JI BO HÎZBÛLLAHÊ DAXWAZA SÎNOR Û ŞANEYAN

 Hat gotin ku di civînan de aliyan pirsgirêkên ewlehiyê yên dualî girtine dest.

 Li gorî berpirsekî Sûriyeyî, Şamê ji Hîzbûllahê xwestiye ku ji bo rawestandina qaçaxçtiya çekan a derveyî sînor û bi taybetî belavkirina şaneyên Hîzbûllahê ku tê îdîakirin li başûrê Sûriyeyê mane, bibe alîkar.

 Li hemberî vê yekê, hat gotin ku rêveberiya Sûriyeyê misogertî daye ku ew ji bo bêçekkirina Hîzbûllahê li Libnanê destwerdana leşkerî nake.

 Çavkaniyan, ragihand ku nûnerên Hîzbûllahê bersiveke eşkere nedane daxwazên derbarê qaçaxçtiya çekan û şaneyan de, lê belê soza neketina karên navxweyî yên Sûriyeyê dane.

 Çavkaniya ewlehiyê ya Libnanî jî diyar kir ku di civînan de di mijarên ewlehiyê de "pêşketineke mezin" hatine bidest xistin. Lê dîsa jî li gorî çavkaniyên Reutersê, lihevkirineke dawî nehatiye kirin û tu plan tune ye ku ev civîn ji raya giştî re bê parvekirin.

 ÎRANÊ DI HEVDÎTINAN DE CIH NEGIRT

 Li gorî Reutersê, haya Îrana piştevanê sereke yê Hîzbûllahê yê li herêmê ji hevdîtinê hebû lê belê bi awayekî rasterast beşdarî civînê nebûye.

 Çavkaniya ewlehiyê ya Libnanî, îdîa kir ku Hîzbûllah li gel agahdariya Îranê beşdarî hevdîtinê bûye lê belê aciz bûye ku Tehran bi awayekî rasterast beşdarî civînê nebûye. Li gorî çavkaniyê ev rewş yek ji sedema pêk nehatina lihevkirineke dawîn e.

 Reutersê, diyar kir ku bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin ku hevdîtin li kîjan bajarê Tirkiyeyê hatiye lidarxistin, çiqasî berdewam kiriye û ji bilî civîna meha Îlonê civîneke din hatiye kirin yan na.

 HÊ PIŞTRASTKIRINA FERMÎ TUNE YE

 Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyeyê, Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê, Wezaretên Parastinê Û Wezareta Karên Derve ya DYE’yê hê jî pirsên Reutersê nebersivandine. Ofîsa çapemeniyê ya Hîzbûllahê jî hê şîroveyek nekiriye.

 Têkiliyên di navbera rêveberiya Sûriyeyê û Hîzbûllahê de, piştî hilweşîna rêveberiya Beşar Esad a di dawiya sala 2024’an de gelekî lawaz bibûn. Hîzbûllahê di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştevaniya rêveberiya Esad kiribû. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê jî rêxistin bi şandina çekan a li ser Sûriyeyê û hebûna şaneyên wê yên li welêt sûcdar dikir.

 Li gorî agahiyên Reutersê, tê îdîakirin ku hevdîtinên di navbera aliyan de nêzîkî beriya du mehan li Tirkiyeyê dest pê kirine. Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şeybanî di meha Tîrmehê de dabû zanîn ku ew amade ne bi Hîzbûllahê re hevdîtinan bikin, Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Naim Kasim jî di meha Tebaxê de anîbû ziman ku ew li dijî hevdîtina li gel rêveberiya Sûriyeyê ne.