“Cihêliyên Cîhanê” ji bo Kurmancî hat wergerkirin

Zanîngeha Rojava pirtûka nivîskarê bi nav û deng Frantz Fanon a bi navê “Les Damnés de la Terre (Cihêliyên Cîhanê)” bi zaravayê Kurmancî çap kir.

“Cihêliyên Cîhanê” ji bo Kurmancî hat wergerkirin
19 cotmeh 2023   01:43

Pirtûk ji aliyê Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ve ji bo zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatiye amadekirin. Îbrahîm Seydo Aydogan, Yaqob Tilermenî û Remezan Pertew pirtûk ji zimanê Fransî ji bo Kurmancî werger kiriye.

Pirtûk ji aliyê weşanên Zanîngeha Rojava ve di Tîrmeha 2023`an de, li çapxaneya Beyan a li bajarê Qamişlo hatiye derxistin. Pirtûk li Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha El Şerq hatine şandin.

“Cihêliyên cîhanê” ji aliyê nivîskarê nav û deng ê Fransî Frantz Fanon ve di sala 1961`an hatiye amadekirin. Di pirtûkê de bandorên piskolojîk ku mêtingerî li ser gelên mêtingeh avakiriye bi awayeke berfireh tê analîzkirin. Pirtûka ku berhema herî bi nav û deng a nivîskar e, wekî manîfestoya têkoşîna dijî mêtingerî û azadiya cîhana sêyemîn tê zanîn. Bi vî rengî pirtûk bûye çavkaniya tevgerên azadiya netewî yên li Efrîqa û rêxistina `pilingên reşa ya li DYA`yê`.

Ev dibe pirtûka yekemîn ku ji aliyê Enstîtuya Zanistên Civakî ve hatiye wergerkirin û çapkirin. Beşê Enstîtuya Zanistên Civakî li Zanîngeha Rojava di 2020`an de hat vekirin, wekî beşek Zanîngeha Rojava xebatên lêkolîn û wergerên akademîk û zanistî dike.

Li gorî agahiyên ku yek ji berpirsên Enstîtuya Zanistên Civakî Serdar Saedî dane me li ensîtuyê wergera 5 pirtûkên din û 60 gotarên akademîk hatiye kirin.

(a)

ANHA