Konferansa li Brukselê didome: Divê statuya Kurdan a navneteweyî bê xurtkirin

Di konferansa li Brukselê de hate gotin, ji bo temsîliyet û statuya Kurdan li Neteweyên Yekbûyî bê xurtkirin, divê derfetên navneteweyî yên heyî baştir bêne bikaranîn û xebatên dîplomatîk yên hevpar bêne pêş xistin.

Konferansa li Brukselê didome: Divê statuya Kurdan a navneteweyî bê xurtkirin
3 cotmeh, 2026   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa ku li Brukselê ji bo daxwaza statû û temsîliyeta Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat organîzekirin, bi axaftinên pisporên hiqûq û mafên mirovan berdewam kir.

Di panelê de Prof. Miloon Kothari, pisporê hiqûqa navneteweyî Barry A. Fisher û Wezîrê Berê yê Mafên Mirovan ê Iraqê Bextiyar Emîn cih girtin.

Barry A. Fisher, got ku divê nasîna Kurdan û girtina statuya çavdêriyê li Neteweyên Yekbûyî bibe yek ji armancên sereke yên xebatên navneteweyî.

Fisher, bal kişand ser parçebûna dîrokî ya Kurdan û diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împaratoriya Osmanî, Kurd bi pêvajoyên Sevr û Lozanê re di nav sînorên çar dewletan de hatin parçekirin.

Fisher wiha got: “Êdî dema wê hatiye ku ev neheqî bê derbaskirin. Welatê hevpar ê ku berê soza wê hatibû dayîn, ji bo zêdetirî 60 milyon Kurdî dîsa bê dayîn.”

Fisher, anî ziman ku reqabeta hêzên mezin hevsengiyên nû yên siyasî çêdike. Fisher, ev pêvajo şibihand serdem piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û got ku Tirkiye jî dixwaze di nav van hevsengiyan de bandora xwe ya li Sûriye û herêmê zêde bike.

Fisher, li ser polîtikaya Tirkiyeyê ya li ser Kurdan axivî û bal kişand ser girtina siyasetmedaran û zextên li ser partiyên siyasî.

Fisher, hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê, Sûriye, Lîbya, Lubnan, Somalî û Iraqê nirxand û bi taybetî bal kişand ser bûyerên li bakurê Sûriyeyê.

Fisher, got ku ‘operasyonên Mertalê Firatê û Efrînê‘ demografiya herêmê guhartine û Kurd ji cih û warên xwe hatine koçberkirin.

Fisher, diyar kir ku bandora leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê zêde bûye û bal kişand ser têkiliyên ku Enqere bi rêveberiya Şamê re datîne.

Fisher, got ku divê KNK’ê têkiliyên xwe bi Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û saziyên din re pêş bixe. Fisher, daxwaz kir ku Kurdên li diyasporayê jî beşdarî van xebatan bibe û pêşniyar kir ku têkilî bi Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekitiya Afrîkayê re biheztir bibin.

Fisher, behsa parçebûna 103 salan a Kurdan kir û wiha got: “Kurdistana qedîm 103 salan ji hev qut û di nîveka çolê de hat hiştin. Êdî dema yekbûna wê hatiye.”

KOTHARI: MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA GELÊ KURD DERENG MAYE

Prof. Miloon Kothari, li ser nasîna Kurdan a navneteweyî û mafê çarenûsiyê rawestiya. Kothari, diyar kir ku di belgenameyên Neteweyên Yekbûyî de mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê hatine parastin.

Kothari got: “Divê nasîna navneteweyî ya mafê çarenûsê yê navxweyî ji bo gelê Kurd berê pêk bihata.”

Kothari, anî ziman ku nedana vê mafî astengiyê dixe ber mafên mirovan ên Kurdan û tevlîbûna wan a di pergala navneteweyî de. Kothari, her wiha behsa nêzîkatiya konfederalîzma demokratîk jî kir.

Kothari, got ku divê ji bo girtina statuya çavdêriyê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de xebat bêne kirin.

Her wiha Kothari, diyar kir ku divê mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî çêtir bêne bikaranîn; bal kişand ser saziyên peymanan ên Neteweyên Yekbûyî, raportorên taybet, mekanîzmayên lêpirsînê û pêvajoyên UPR’ê (Nirxandina Periodîk a Gerdûnî).

Kothari, da zanîn ku bi rêya van mekanîzmayan rewşa mafên mirovan a li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê tê lêkolînkirin û pirsgirêkên Kurdan dikarin di van pêvajoyan de bi rengekî berfirehtir bêne rojevê.

Kothari, got ku saziyên Kurd, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen û pêkhatiyên din ên serbixwe dikarin rapor û agahiyan bidin mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî.

Kothari, diyar kir ku ev xebat dê alîkarî bikin ku pirsgirêkên Kurdan li qada navneteweyî çêtir xuya bibin û got ku divê beşên cuda ên civakê beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Kothari, anî ziman ku xebatên ji bo statuya çavdêriyê ya li Neteweyên Yekbûyî divê li ser stratejiyeke demdirêj bin.

Kothari, got ku ev xebat dê alîkariyê bikin ku Kurd wekî gelekî cihê bêne nasîn û daxwazên wan ên statuyê di bingeha hiqûqa navneteweyî de bêne ziman.

EMÎN: DIVÊ MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEYÎ BI BANDOR BÊ PÊKANÎN

Bextiyar Emîn, statu û temsîliyeta Kurdan li ser bingeha guherîna dîrokî ya dewlet û sînoran girt dest.

Emîn, got ku sînorên cîhanê di dîrokê de bi şer, peyman û guherînên siyasî gelek caran hatine guhartin û sînorên îro jî ne tiştên ku nayên guhertin in.

Emîn, diyar kir ku yek ji pirsgirêkên sereke yên Kurdan temsîliyet û statuya navneteweyî ye. Emîn, got ku di pergala Neteweyên Yekbûyî de divê formên cihê yên temsîliyetê û bi taybetî statuya çavdêriyê bêne nirxandin.

Emîn, bal kişand ser ferqa di navbera mafên destûrî yên li welatên ku Kurd tê de dijîn û sepana van mafan de.

Emîn her wiha  anî ziman ku divê alî, sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Kurd di qada dîplomasiyê de bi hev re bixebitin û nêrînên cihê yên siyasî di rêya tevgera hevpar de, nekin asteng.

Bextiyar Emîn, da xuyakirin ku divê Kurd ne tenê bi saziyên Ewropayê re, di heman demê de bi Emerîka, cîhana Îslamî û saziyên herêmî yên li Afrîkayê re jî têkiliyên xwe pêş bixin.

Emîn, bal kişand ser girîngiya avakirina nêzîkatiyeke dîplomatîk a hevpar û destnîşan kir ku divê hebûna dîrokî, nifûs, mafên ziman û çandê yên Kurdan tevlî pirsgirêka temsîliyetê bi hev re bêne destgirtin.