Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran

Doza perwerdehiyê ji bo hejmarek xwendekar, mamoste û malbatan li Siwêdayê êdî ne biryarên îdarî yanî demên ezmûnan e, lê veguheriye dosyayekê bi siberoja nifşekî tevahî ve hatiye girêdan.

Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
Li Siwêdayê çalakiya daxwaza misogerkirina mafên perwerdehî yên xwendekaran
3 cotmeh, 2026   19:17
SIWÊDA

Di çalakiyekê de bi dehan mamoste, xwendekar û malbat amade bûn daxwazên girêdayî mafên xwendekaran a temamkriina perwerdeyê, nerazîbûnên li dijî biryarên perwerdehiyê, daxwazên siyasî yên befireh hatin bilindkirin.

Mamosteyê bîrkarî Hazim .El Henawî diyar kri ku biryara girêdayî xwendekarên refa 9’an a dewreya 2026’an û ji nû ve xwendina heman refê biryarek neadilane ye û destnîşan kir ku şert û mercên parêzgeh tê re derbas dibe diviyabû di ber çavan re bihata girtin.

El Henawî diyar kir ku derbasnekirina xwendekarên bo refên din dibe ku valahiyekê di rêveçûna xwendina xwendekaran de çêke û bandorê li qonaxên pêş bike.

El Henawî anî ziman ku şêniyên parêzgehê ji bilî parastina mafên xwe, avakirina siberoja zarokên xwe li tiştekî nagerin û got çareserkirina dosyaya perwerdehiyê divê bibe beşek ji çareserkirina berfireh a mafên perwerdehî, çandî û aborî.

Xwendekar Werd Ebû Ras jî got şert û mercên li herêmê li pêş temamkirina perwerdehiyê bûn asteng û destnîşan kir ku di dewreya berê de di gihandina bo navendên ezmûnan ên li Şamê de zehmetî kişandin û daxwaza peydakirina navendên ezmûnan li hundirên herêmên xwe xwestin.

Xwendekar Cene El Henawî jî mataryal û mekanîzmaya pêşkêşkirina wê rexne kir û daxwaz kir ku şert û mercên perwerdehî û derûnî yên ku xwendekar dijîn di ber çavan re bigirin.

(f)