​​​​​​​Siyasetmedar: Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye

Siyasetmedarên ji Minbicê destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve bi armanca pêkanîna siyasetên xwe yên zordestiyê li herêmê hatiye plankirin, lê belê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê ev siyaset bi rêya ramana neteweya demokratîk ku ji bo gelan bûye çavkaniya azadî û aştiyê, têk birin.

​​​​​​​Siyasetmedar: Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye
18 cotmeh, 2023   23:39

Hevseroka Nivîsgeha Birêxistinkirinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Minbicê Rîm Derwîş got: "Ramana Rêber Abdullah Ocalan azad e û me bi wê ramanê li hember pergalên zordest, kapîtalîst û desthilatdar ên ku dixwestin herêmê parçe bikin, li ber xwe da. Komploya Navneteweyî jî bi armanca têkbirina vê ramanê bû."

Rîm wiha domand: "Ramana Rêber Abdullah Ocalan bandor li hemû gel û çandên Rojhilata Navîn kir û hemû pêkhate kirin yek. Ev jî hişt ku ev fikr li hember dewletên desthilatdar di serî de dewleta Tirk a dagirker bibe çekek."

Rîm destnîşan kir ku gelên Rojhilata Navîn ên ku azadiya xwe bi rêya ramana Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye dê bibin yek û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dê têkoşînê bilind bikin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê şaxê Minbicê Mehmûd Cimo wiha axivî: "Hêzên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina ramana Rêber Abdullah Ocalan piştî hilweşîna Yekitiya Soveyt hewldanên xwe zêde kirin û zext li dewletên cîhanê kir ku di wê komployê de pê re bibin hevkar. Ji ber ku ramana Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya siyasetên kapîtalîzmê yên dixwazîn xwîn û berhemên gelan bixwin, dibe astengî."

Cimo wiha domand: "Wan dewletan guman kir ku dê bi rêya komployê ramana Rêbertî têk bibin, lê belê wî karîbû ji girtîgeha Îmraliyê hemû planên qirêj ên parçekirina herêmê û peydakirina nijadperestî û fîtneyê têk bibira. Wî bi berxwedana xwe jî hêz da me ku em li hember wan planan li ber xwe bidin."

Cimo got: "Hevalbendiyên li Rojhilata Navîn çêdibin nîşan didin ku şerekî cîhanê yê sêyemîn heye. Lê belê tiştê ku van planan têk dibe ramana neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e. Alozbûna kirîza Sûriyeyê jî piştrast dike ku ev raman çareseriya yekane ya kirîzên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ye."

Cimo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye, hevgirtina azadîxwazên cîhanê bi rêya pêngavên azadiya fîzîkî ya Rêbertî ya ku em îro dibînin jî nîşan dide ku Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya aştiyê ya cîhanê ye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest keve, dê tevahî azadîxwazên li cîhanê hevgirtî bin."

(mh)

ANHA