Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin

Bi komxebatekê de ku ji aliyê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya El Weten a Sûriyeyê ve hate organîzekirin, behsa hişê çêkirî, bandor û encamên wê hat kirin. Di komxebatê de hat diyarkirin ku divê hişê çêkirî wek jêdereke bi tenê ya ji bo lêkolînkirinê neyê dîtin.

Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
Têkildarî hişê çêkirî li Hesekê komxebatek hat lidarxistin
3 cotmeh, 2026   13:13
HESEKÊ

Nivîsgeha Ciwanan a Partiya El Wetan a Sûriyeyê, bi mijara hişê çêkirî, bandor û encamên ku jê tên li navenda xwe ya li bajarê Hesekê bi beşdariya hejmareke ciwanan, xwendekarên zanîngehan û endamên partiyê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi belavkirina anketên girêdayî nêrîna têkildarî hişê çêkirî û bikaranînên wê dest pê kir.

Pispora xebatên hişê çêkirî Rama Hisên bernameyên di vê qadê de tên bikaranîn dan pêşandan, erk û mekanîzmaya sûdwergirtina jê bi awayekî rast a ji bo projeyên elektronîk şîrove kir.

Rama Hisên got: “Hişê çêkirî bi awayekî temamker şûna mirovan nagire, rola mirovan ji bo anîna agahiyan û pêşkêşkirina encaman dimîne ya esasî, mirov dikare li gorî hacetên xwe tiştan bi kar bîne û bi şêwazeke erênî sûdê jê wergire.”

Rama Hisên behsa zagonên girêdayî bikaranîna hişê çêkirî bi şêweyekî herî baş kir, her wiha bal kişand ser girîngiya pirsîna pirsên zelal û diyar kir ku nabe mirov wê wekî jêdereke bi tenê ji bo lêkolînê û girtina agahiyan bi kar bîne.

Rama Hisên destnîşan kir hişê çêkirî ne dûrî pêkanîna şaşiyan, bi taybet di mijarên lêkolîn, zanistî, akdemîk û dîrokî de, ji ber vê yekê divê mirov li cihekî din agahiyên xwe piştrast bike.

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.

(sb)

ANHA