Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Serokê Meclisa  Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ku di vekirina meclise de axivî, diyar kir ku pêdivî bi destûreke nû ya demokratîk heye.

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye
1 cotmeh, 2026   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 5’emîn a qanûn danînê ya Heyama 28’emîn a Meclisa Tirkiyeyê destpêkir. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî bi koma DEM Partiyê re li Meclisê amade bûn. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan jî beşdarî vekirina meclisê bû.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ku di vekirina meclise de axivî bi lêv kir ku bi qanûna çarçoveyî ku bi dengeke bilind hat qebûlkirin, deriyê pêvajoyê vêbûye û ji partiyên siyasî re spasiyên xwe kir. Numan Kurtulmuş bal kişand ser Komîsyona Çavderiyê û got: “3 berpirsyariyên meclise hene. Bi Komîsyona Meclise dê pêvajoya sepandina qanûn bişopîne. Ji bo biratiya di nava civakê de xurt bike xebatan bike. Em ê ji bo xurtkirina piştgiriya civakê di nava xebatan de bin. Divê hemû kes ji bo cihekariyê nekin nava civakê di gotina xwe de baldar bin. Em ê bi gavên xwe bawer ji serdema çekdarî ber bi serdema siyasî bimeşînin. Helbet Destûra Bingehîn a nû pêdiviyek e. Divê şopên darbeyê bi tevahî ji holê rabin.”

‘Pêdivî bi destureke bingehîn a demokratîk heye’

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku pêdivî bi mekazagoneke demokratîk heye û got: “Em dikarin destureke bingehîn a azadîxwaz amade bikin. Desturkeke bingehîn a demokratîk bi mutabakateke dikarin amade bikin. Ji aliyê din ve guherandina qanûna partiyên siyasî û hilbijartinan divê di heman çarçoveyê de bê nirxandin û pêşniyareke behtir demokratîk were kirin. Divê bê usulî û qezenca ne heq bê lêkolîn kirin û heta ke diçe bila biçe berpirs hesap bidin. Gavên ji bo pêvajoyê helbet wê cihekariyê ji holê rakê. Em ê her tim piştgiriya dewleta Filistîna xweser bikin. Heta Filistîn azad bibe em ê piştgiriya doza Filistînê bikin.”