MSD`ê êrişa li ser otobusekê li gundewarê Humsê şermezar kir

Piştî êrişa li ser otobuseke ku karker, karmend û endezyar tê de bûn li gundewarê Humsê, ku bû sedema mirina 7 kesan û birîndarbûna 4 kesên din, Meclisa Sûriyeya Demokrtîk (MSD) daxwaza lêpirsîneke serbixwe û zelal û darizandina berpirsyaran kir.

MSD`ê êrişa li ser otobusekê li gundewarê Humsê şermezar kir
2 cotmeh, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD êrîşa li ser otobusa ku karker, karmend û endezyar hildigirt li ser Pira Masyaf li gundewarê Humsê şermezar kir. 

Di daxuyaniyekê de, MSD got ku hedefgirtina sivîlan, sûcek li dijî jiyan û rûmeta mirovan e û aştiya sivîl tehdît dike.

MSD`ê diyar kir ku sivîl ne hedefên rewa ne û divê jiyana wan nebe bazara ji nakokiyên siyasî, ewlehî an mezhebî. MSD`ê daxwaza lêpirsîneke serbixwe, zelal û berfireh kir da ku şert û mercên sûc bên eşkerekirin, sûcdar, planker û hemû kesên ku beşdarî kirina wê bûne an jî alîkariya wê kirine bên destnîşankirin û encamên lêpirsînê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

MSD`ê tekez kir ku avakirina Sûriyeyeke nû, hewceyî ewlehiyê, serweriya hiqûqê, edalet, hevwelatîbûna wekhev û parastina cihêrengiya Sûriyeyê ye. MSD`ê da zanîn ku îstîqrar bi edaletê ve girêdayî ye û ji bo pêkanîna lihevhatina neteweyî divê hesabpirsîn were kirin û pêşî li bêcezatiyê were girtin.

Di dawiyê de, MSD`ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest, ji birîndaran re başbûneke bilez xwest.

(k)

ANHA