Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe perwerdeya xwe bidomînin

Xwendekarên bajarokê Til Marûf diyar kir ku wan ji pêşdibistanan hetanî niha bi kurdî xwendiye û xwest perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bidomînin.

Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe perwerdeya xwe bidomînin
2 cotmeh, 2026   02:53
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Bertekên li dijî biryara hikumeta veguhêz a têkildarî zimanê kurdî ku di hefteyê de tenê 3 wane bên dayîn, berdewam dikin. Der barê mijarê de xwendekarên bajarokê Til Marûf bertek û daxwazên xwe anîn ziman.

Xwendekara bi navê Rewda Mihemed da zanîn ku ew biryara ku hatiye derxistin tu carî qebûl nakin, wan bi salan bi zimanê dayikê xwendiye û nikarin bi zimankî din perwerdeya xwe bidomînin.

Rewdayê destnîşan kir ku ji mafê wan e ku bi zimanê dayikê bixwînin û ev daxwaza wan a bingehîn e û xwest ev biryar were sererastkirin.

Aya Ehmed diyar kir ku wan bi salan bi zimanê xwe xwendiye, lewma piştî ew qas salan ew nikarin bi zimanên din bixwînin û xwest bi zimanê dayikê xwendina xwe berdewam bikin.

Ayayê got: "Ez bi navê hemû xwendekaran dibêjim, em bi tu awayî vê biryarê qebûl nakin, ji bo bidestxistina mafê me û xwedîderketina li zimanê xwe, em ê her tim li qadan bin."

Diyala Yaqûb jî nerazîbûna xwe li dijî biryarê anî ziman û got ew dixwazin zimanê kurdî li Sûriyeyê û hemû dibistanan fermî bibe.

Sebrî Mehmûd jî got ew ne li dijî fêrbûna zimanên din in, lê em dixwazin kurdî zimanê perwerdeyê be.

(k)

ANHA