KCK‘ê Mam Celal Talebanî bi bîr anî

KCK’ê di salvegera 9’emîn a koça dawî de Mam Celal Talebanî bi bîr anî û destnîşan kir ku dê xwedî li armancên wî yên aştîxwazî derkevin.

KCK‘ê Mam Celal Talebanî bi bîr anî
3 cotmeh, 2026   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), bi boneya salvegera koça dawî ya damezranerê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û yekemîn serokkomarê Kurd ê Iraqê Mam Celal Talebanî, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

 “Îro 9 sal li ser koça dawî ya Serok Mam Celal Talebanî re derbas dibin ku ew damezrênerê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û yekemîn serokkomarê Kurd ê Komara Federal a Iraqê bû.

Serok Mam Celal Talebanî wekî rewşenbîr, şoreşger, pêşmerge, fermandar û siyasetmedarekî jêhatî yê Kurd, mora xwe li dîroka zêdetirî 50 salan a xebat û têkoşîna ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xist. Di gelek qonaxên têkoşîna neteweyî û siyasî de destkeftiyên mezin ji bo gelê Kurd mîsoger kirin. Xebat û têkoşîna Mam Celal a di oxira azadiya Kurd û Kurdistanê de tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînorndar nema; her demê ku hewcedarî çêbû bû piştgir û beşdarê xebata çekdarî ya parçeyên din ên Kurdistanê û her dema ku hewce bû, bû pêşengê çareserî û aştiyê ya di qada siyasî û dîplomasiyê de.

Serok Mam Celal Talebanî di xebat û têkoşîna ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd de roleke girîng lîst. Ji vî alî ve hevaltî û dostaniya nêzîk a di navbera Mamoste Îbrahîm Ehmed, Rêber Apo û Serok Mam Celal de, bû hewla herî mezin a ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd û avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê berhema vê hevaltî û dostaniyê bû.

Serok Mam Celal bi taybetî di hewldanên ji bo çareserkirina pirsa Kurd a li parçeyên din ên Kurdistanê de roleke berçav lîst; bi taybetî navbeynkariya wî ya di navbera Rêber Abdullah Ocalan û serokkomarê wê demê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal de, bû destpêka pêvajoyeke diyalogê di navbera Rêber Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de. Tevî ku Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî dewleta Tirkiyeyê hate kirin jî, Serok Mam Celal di van hewldanên xwe de her berdewam bû. Bi taybetî Serok Mam Celal beriya ku di sala 2012’an de nexweş bikeve, bi hevkarî û şêwirîna ligel çend kesayetiyên birêz ên Başûrê Kurdistanê û kesayetiyên navdar ên cîhanê, mijûlî amadekirina kongreyekê bû da ku ji bo azadiya Rêber Ocalan projeyekê bi navê “Projeya Mandela” bide destpêkirin.

Îro ku piştî 33 salan careke din di navbera dewleta Tirkiye û Rêber Apo de diyalog heye û pêvajoya aştî û civaka demokratîk destpê kiriye, ji bo serxistina pêvajoyê ji her demê bêtir pêdivî bi jêhatîbûn û ezmûna Serok Mam Celal heye. Ji ber vê yekê, têkoşîna di oxira yekitiya demokratîk a gelê Kurdistanê, azadiya Rêber Ocalan û her wiha çareseriya demokratîk a pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê de, di heman demê de xwedîderketina li mîrasa têkoşîna Serok Mam Celal û pêkanîna wan xewn û daxwazane ku wî di oxira wan de têkoşîn dimeşand.

Di 9’emîn salvegera koça dawî de, em li hemberî bîranîna Serok Mam Celal serê xwe bi rêz û hurmet ditewînin; em peyman û sonda xwe nû dikin ku di têkoşîna azadîxwaziya Kurdistanê de, emê xwedî li mîrasê neteweyî, armancên wî yên aştîxwazî û azadîxwaziyê derkevin.”