TEV-ÇANDˊê bersiva bûyera li dijî konserta li Silêmaniyê da

TEV-ÇAND têkildarî konserta ku Hunergeha Welat li Başûrê Kurdistanê pêşkêşkiribû û ew rastî êrişekê hatibû, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin “Êrişa ku pêk hat, ji aliyên kesên ku em wan wek piştevanê DAIŞ`ê pênase dikin bû, xwesteka wan çewisandina nasnameya Kurdî ye. Di xeta jina azad de hunera Kurdî pêşxistin xebata herî pîroz û hêja ye”

TEV-ÇANDˊê bersiva bûyera li dijî konserta li Silêmaniyê da
5 cotmeh, 2025   13:03
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mazopotamya (TEV-ÇAND) der barê konserta ku Hunergeha Welat li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê li dar xistibû, daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya navenda TEV-ÇAND`ê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên TEV-ÇAND`ê û Hunergeha Welat hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla endama Weşanên Şilêr Zozan Birko ve hate xwendin.

Zozan Birko diyar kir ku di sala 2012`an de, gelên li Rojava li hember rejîma Bass`ê raperînek dest pê kir. Bi vê raperînê gel gihîşt azadiya xwe, tevgerên herî tundraw û tarî bi serkêşiya çeteyên DAIŞ`ê bi piştevaniya hêzên herêmî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di dîroka mirovahiyê de yekemîn car di vê astê de êrişek hovane li ser gel hat kirin. Zozan got: “Bi pêşengtiya jinên Kurd, keç û xortên me berxwedaniyek dîrokî hate raberkirin û DAIŞ bi lehengî têk bir. Heta niha jî ev êriş berdewam dikin, rojane keç û xortên me şehîd dikevin.”

Zozan Birko da zanîn ku gel li hember qirkirin û pişaftinê bi sala ye xebatên avakirina jiyana azad didin meşandin, xabatên çand û hunerê jî bi sazûmanê gelên heremê û hemû pêkhateyên wê bi pêşengtiya jinan pêvajoyek nû ya çand û hunerê anku şoreşa çandî hat destpêkirin. Di qonaxeke pir kurt de, xebatên çand û huner, di serî de yên ji bo jinên Êzidî, êş û qehremaniya jinên Kurd li hemû cîhanê hat nasîn û wiha anî ziman: “Di van kar û xebatên dîrokî de rista herî girîng saziyên me yên çand û hunerê lîstin, di van saziyan de bi taybet Hunergeha Welat bi pêkanîna hunera komînal ristek dîrokî bi cih anî. Bi çêkirina gelek berheman hêla hişmendî û hêstî bû deng û rengê civaka azad.”

Zozan destnîşan kir ku herî dawî li ser daxwaza saziyên civakî yên Başûrê Kurdistanê Hunergeha Welat konsertek bi bandor li Silêmaniyê li darxist. Di konsertê de dansa bi navê Vejîn a ku êş, azar û rizgariya jinên Êzidî, hemû jinên Kurdistan û cîhanê derdixe pêş, hate pêşkêşkirin, jinan bi wê dansê dixwestin êşa ku ji destê pergalên tundraw, rêxistina DAIŞ`ê û hemû aliyên ku Islamê ji bo xwe bi kar tînin bidin diyarkirin û wiha bûyer anî ziman: “Lê belê dansa Hunergeha Welat, ji aliyên kesên ku em wan wek piştevanê DAIŞ`ê pênase dikin, rastî êrişek rêxistinkirî hat. Em destên qirêj ên li pişt van êrişan baş nas dikin û xwesteka wan a çewisandina nasnameya Kurdî baş dizanin. Şoreşa Rojavadi  heman demê de weke Şoreşa Jinê tê pênasekirin. Di xeta jina azad de hunera Kurdî pêşxistin kar û xebata herî pîroz û hêja ye.”

Zozan Birko daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê armanca qirêj a van aliyên tarî dîtin û helwestek bi hêz raber kir. Em ji bo piştevanî û helwesta gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê bi taybet ên li Silêmaniyê, li ser navê gelê Rojava silav dikin. Dîsa ji bo pêşwazîkirin û xwedîderketina li Hunergeha Welat di serî de rêxistina Keşkûl, Zanîngeha Amerîkî ya Silêmanî (AUIS), hunermend, ronakbîr, rewşenbîr, rojnamevan, xort û keçên Kurd, Kurdperwer, hunerhezên hemû Kurdistanê û hemû beşdarvanên Dîdara Kurdnasî carek din spas dikin. Em weke sazî û dezgehên çand, huner û wêje, ji bo kar û xebatên serkeftî yên Hunerhega Welat piştevaniya xwe dûbare dikin. Divê gelê me baş bizanibe ku wê afirîneriya Hunergeha Welat di demên pêş de di astek xurttir û bilindtir berdewam bike.”

(ah/sb)

ANHA