Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

Hat ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di rojên pêş de biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
19 mijdar, 2026   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.

Şande herî dawî di 13’ê Îlonê serdana Îmraliyê kiribû. Têkildarî serdana nû dem û detayên wê nehate eşkerekirin.