HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr anî û got “Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armanca wan teqez bi ser bixînin”

HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin
23 mijdar, 2026   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi vî awayî ye:

"Em hevrêyên xwe Elîşêr Xoy, Bawer Hebeş, Rojhat Hesen, Hesen Kotol, Berfîn Rojhilat, Têkoşer Mordem, Baz Feraşîn, Çiyager Hêvî, Cesur Rojhilat, Rojînda Şahîn, Mazlum Gabar bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku dema li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şehîd bûn di dem û cihên cuda de şehîd bûn.

Di vê demê de ku salvegera damezrandina PKK'ê ye ku navê têkoşîna azadiyê ya gelê me ye, em hîn bi şênberî dibînin ku rastiya şehadetê garantiya siberojên azad a gelê me ye. Gelê me ku bi ked û hewldanên bêhempa yên gelê me gihîştiye ber berbanga azadiyê, ji heft heta heftê salî li gel zext û polîtîkayên tepisandinê şehîdên xwe bi bîr tîne, hembêz dike û li ser xeta wan a têkoşînê bêteredut dimeşe. Bi taybetî pêvajoya şoreşa azadiyê ya bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, rastiya herî şênber a şehîdên me yên leheng e. Hevrêyên me Elîşêr Xoy, Bawer Hebeş, Rojhat Hesen, Hesen Kotol, Berfîn Rojhilat, Têkoşer Mordem, Baz Feraşîn, Çiyager Hêvî, Cesur Rojhilat, Rojînda Şahîn, Mazlum Gabar ku her tim xwedî helwesteke neteweyî bûn, bi têkoşîna xwe ya li qadên cuda yên Kurdistanê bûn nîşaneya yekîtiya neteweyî ya gelê me. Şehîdên me yên leheng ku paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo ji xwe re kirin şiyar, bûn mînakên herî şênber ên wê rastiyê ku azadî û wekheviya rasteqîn li Kurdistanê tenê bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dibe. Ji bo vê jî bi kêliyekê jî dudil nebûn û ber bi şehadetê ve meşiyan. Ev meşa wan a be bi şehadetê bû nîşaneya herî berçav a baweriya wan a bi gelê me ku wê li dora şehîdên xwe bibe xelekeke ji agir. Weke tevahiya gelê xwe, weke hevrêyên şehîdan em soz didin ku heta pêkhatina xeyala Kurdistana azad a ku hesreta wan bû, em ê bi gavekê jî ji têkoşînê venegerin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatê hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê esîl û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armanca wan teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Elîşêr Xoy

Nav paşnav: Abdullah Şems

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gulistan-Mistefa

Dem û cihê şehadetê: 2006 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Bawer Hebeş

Nav paşnav: Muhsin Yusufî

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Sara-Mehemed Emîn

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tîrmeha 2014 / Cîlo

 Nasnav: Rojhat Hesen

Nav paşnav: Reşîd Saboî Dutkanli

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gultaç-Riza

Dem û cihê şehadetê: 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Hesen Kotol

Nav paşnav: Behruz Mihemedzade

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik - Bav: Sînem-Cafer

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Gulana 2020 / Metîna

Nasnav: Berfîn Rojhilat

Nav paşnav: Esmer Mihemedlo

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Fatma-Bişar

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Kanûna 2010 / Garê

 Nasnav: Têkoşer Mordem

Nav paşnav: Resûl Eyubî

Cihê jidayikbûnê: Kotol

Dayik-Bav: Îsmet-Şewket

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Nîsana 2019 / Rojava

Nasnav: Baz Feraşîn

Nav paşnav: Serhed Malazade

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Besra-Şapur

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2018 / Xakurkê

Nasnav: Çiyager  Hêvî

Nav paşnav: Nasir Dudkanlimîlan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Azîze-Eyub

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Nîsana 2024 / Qendîl

Nasnav: Cesur Rojhilat

Nav paşnav: Saîd Nucevan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gulistan-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Cotmeha 2022 / Xakurkê

Nasnav: Rojînda Şahîn

Nav paşnav: Aylîn Nucevan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gulistan-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2018 / Xakurkê

Nasnav: Mazlûm Gabar

Nav paşnav: Elî Yegane

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Ezîze-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2021 / Gever

ELÎŞÊR XOY

Hevrêyê me Elîşêr Xoy weke ferdekî ji eşîra Şikakî ku li Kurdistanê di dîroka berxwedanê de xwedî cihekî kûr û qewîn e, li nava malbateke welatparêz li Xoyê ji dayik bû. Hevrêyê me li nava derdoreke welê mezin bû ku bi kevneşopiya berxwedanê, welatparêzî û hezkirina azadiyê ya eşîra Şikakî afirî bû û hîn ji zarokatiyê ve ev nirx pejirand. Dilsozî û têkiliya xurt a malbata wî û derdora wî ya nêz a ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, her wiha tevlîbûna gelek xizm û nasên wî li nava refên gerîla, bû wesîle ku hevrêyê me Eşîşêr hî di zarokatiyê de gerîla nas bike û bi xurtî jê hez bike. Hevrêyê me ku bi guhdarîkirina li sekna bi rûmet, fedakariya gerîla ya ji bo gel mezin bû, hîn wê demê xeyaleke mezin ji xwe re çêkir: Rojekê teqez tevlî nava refên azadiyê bibe û cihê xwe li nava têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe bigire.

Li dibistanên rejîmê tenê pênc salan xwend. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike, hîn di temenê zarokatiyê de li karên cuda xebitî û bû xwedî kesayetiyekî ji kedê afirî. Bi kedkariya xwe, bi sekna xwe ya sade û hişmendiya xwe ya berpirsyariyê li derdora xwe hate hezkirin û bû ciwanekî mînak. Hevrêyê me Elîşêr ked ji xwe re kir yek ji pîvanên bingehîn ên jiyanê, ev taybetmendiya xwe di jiyana xwe ya têkoşînê de jî qet winda nekir. Piştî ku Rêberê me bi Komployeke Navneteweyî dîl hate girtin, vê yekê hevrêyê me jî hejand û bû sedem ku bikeve nava lêpirsîneke kûr. Li hemberî polîtîkayên îmha û tinekirinê ku di şexsê Rêberê me de li ser gelê me hate ferzkirin, berxwedana gelê me yê Rojhilat bandoreke mezin li hevrêyê me Elîşêr kir. Coş û biryardariya ku vê berxwedanê afirand, weke gelek ciwanên welatparêz bang li wî jî kir ku berê xwe bide nava refên têkoşînê. Hevrêyê me bi şênberî têgihîşt ku êdî jiyaneke ji rêzê têra wî nake û divê bikeve bin barê azadiyê yê gelê xwe. Bi vê têgihiştinê sala 2000'î di ser Xoyê re tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Elîşêr hîn di kêliya destpêkê de ku gav avêt ber bi çiyayên azad ên Kurdistanê ve bû heyranê mezinahiya jiyana gerîla û erdnîgariyê. Ev jiyana nû ji bo xwe weke 'jinûve bûyînê' pênase kir. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît û bi daxwazeke mezin, dîsîplîn û daxwaza hînbûnê nêzî pêvajoya perwerdeyê bû. Ji dil û can li dersên îdeolojîk û leşkerî guhdarî kir, li tiştên hîn bû pirsî û hewl da di kesayetiya xwe de bi cih bike. Bi vî rengî di demeke kurt de bal kişand ser xwe. Piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand derbasî qadên pratîkê bû û firsend dît ku tiştên di teoriyê de hîn bûye derbasî nava jiyanê bike. Bi kesayetiya xwe ya pratîkî, kedkarî û durust cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Ti kar biçûk nedît, bi heman cidiyetê nêzî her karî bû û xwe berpirsyar dît ku barê hevrêyên xwe parve bike.

Hevrêyê me Elîşêr li hemberî hemû hewldanên tasfiyeyê yên ji derve û hundir li ser tevgera me dihate ferzkirin her tim bû xwedî sekneke zelal û bi biryar, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me her kêliya jiyanê ji xwe re weke pêvajoyeke perwerdeyê, pêşketinê û hesabpirsînê dît, li her qada ku lê ma hewl da ku timî xwe nû û mezin bike. Bi pratîka xwe ya li qadên Xakurkê û Xinêrê bû yek ji neferên qewîn ên xeta Apoyî. Li van qadan hem di têkiliyên hevrêtiyê de hem jî di wezîfeyên hilgirtî de bi berpirsyarî û fedakariya xwe şopeke welê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin. Ji ber ku ji nava malbata wî û derdora wî ya nêz şehîd hebûn, ev yek ji bo hevrêyê me Elîşêr bû yek ji hincetên herî xurt ku têkoşînê mezin bike. Hevrêyê me her şehadetek li ser xwe weke berpirsyariyekê dît û pê bawer kir ku tenê bi kedeke hîn zêdetir, bi fedakarî û biryardariyeke hîn xurtir û tevlîbûneke li ser vê bingehê dikare berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Elîşêr Xoy ku sala 2006'an tevlî nava karwanê şehîdan bû, li pey xwe jiyaneke têkoşînê ya sade, kedkar, bi bawerî, durust û fedakar hişt. Li gel jiyana xwe ya gerîla ya demkurt jî bi kesayetî, sekn û keda xwe di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Jiyana wî weke mînakeke şênber a ji taybetmendiyên bingehîn ên milîtaniya Apoyî tê bîranîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku li ser rêya ku hevrêyê me Elîşêr Xoy vekiriye bimeşe, xwedî li armancên wî û hemû şehîdên xwe derkevin û armanc û îdîaya wan a azadiyê dewam bikin. Di serî de malbata wî ya hêja em bi hestên xwe yên herî kûr sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Bîranîna hevrêyê me Elîşêr wê di her kêliya têkoşîna me de hêz bibe me, bibe çavkaniya me ya sûdwergirtinê.

BAWER HEBEŞ

Hevrêyê me Bawer Hebeş li bajarokê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz a ji yanzdeh xwişk û birayan ji dayik bû. Li nava maleke welê mezin bû ku kevneşopiya berxwedanê ya eşîra Şikakî lê xurt bû. Jiyana parvekar, kedkar û sade ya malbateke qelebalix jê re bû bingeha karakterekî xurt ku hîn di zarokatiyê de bi dest xist. Weke ciwanekî rêzdar mezin bû ku li pêşberî xwişk û birayên xwe bi berpirsyarî radibû, dilsozê malbata xwe û rêzdarê derdora xwe bû. Derdora xwezayî ya Kotolê û avaniya welatparêziyê ya eşîrê di diyarbûna kesayetiya hevrêyê me Bawer de diyarker bû. Li dibistanên Îranê heta Lîseyê perwerde dît. Bi parastina ziman û nasnameya xwe mezin bû. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bidke di temenekî zû de li karên cuda xebitî. Di nava kedê de mezin bû, bû xwedî kesayetiyekî karker, pê bawer û sade. Bi durustî û hesasiyeta xwe ya di her karî de bal kişand; bû kesayetekî welê ku li derdorê bawerî bi gotina wî dihat. Dîlgirtina Rêbertî bi Komploya Navneteweyî, bandoreke kûr li hevrêyê me Bawer kir. Li pêşberî vê bûyerê demeke dirêj kete nava lêpirsînê. Berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê xwe û Rêbertî hîn bi şênberî hîs kir. Biryar da ku ji sînorê jiyana şexsî derbas bibe û bikeve min barê têkoşîneke kolektîf. Bi hêrs, bawerî û berpirsyariya di dilê xwe de berê xwe da çiyê. Di sala 2002'an de ji Kotolê derket ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû û tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Gava ku gihîşt çiyê perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Bi daxwaza xwe ya xurt a ji bo hînbûnê û bi taybetî bi saya baldariya xwe ya li dersên leşkerî di pêvajoya perwerdeyê de zû bi pêş ket. Helwesteke welê nîşan da ku bi baldarî ders şopand, li tiştên hîn dibû dipirsî û hewl dida di kesayetiya xwe de bi cih bike. Di demeke kurt de ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe şareza kir. Li dû temamkirina perwerdeyê li cograyfa zehmet û dijwar a Zagrosan dest bi pratîkê kir. Di nava jiyana têkoşîna xwe ya demdirêj a ji 12 salan de hevrêyê me Bawer bi fedakarî û dilsoziya kûr a bi têkiliyên hevrêtiyê derket pêş. Bandoreke kûr û erênî li hemû hevrêyên xwe kir ku li gel wan têkoşiya. Weke hevrêyekî samîmî, hesas, pê bawer ê hevrêyên xwe, weke milîtanekî dilsozê ruhê kolektîf hate bîranîn. Li her qada ku lê ma xwe ji kedê neda alî û ji xwe re kir wezîfe ku barê hevrêyên xwe parve bike. Di nava mercên herî giran de jî bû çavkaniya moralê. Di nava 12 salên gerîlatiya xwe de mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku jêbirina wê nepêkan e. Ev mîrate di dilê hevrêyên wî de dewam dike ku dilsozê ked û kesayetiya wî ya kûr in.

25'ê Tîrmeha 2014'an li herêma Satê ya Eyaleta Cîlo şehîd bû. Piştî jiyana gerîlatiyê ya 12 salan a bi kedê dagirtî, nefesa xwe ya dawî di oxira nirxên jê bawer dikir de da. Li cografya dijwar a Satê bi salan ked da, têkiliyên xurt ên hevrêtiyê danî, têkoşîn meizn kir û tevlî karwanê nemiran bû. Şehadet wî ne bidawîbûna jiyaneke bi tenê bû, bû ew kêlî ku fedakarî, bawerî û ruhê wî yê hevrêtiyê yê bi salan kom kir, gihîşt asta herî bilind. Dilsozî û biryardariya wî ya ku heta kêliya dawî dewam kir, ji hevrêyên wî re weke mînakeke xurt ma. Xwedîderketina li bîranîna hevrêyê me Bawer Hebeş, mezinkirina mîrateya wî ya têkoşînê û pêkanîna xeyalên wî ji bo hevrêyên wî wezîfeya herî bingehîn e. Jiyana wî ya sade, dilsoziya wî ya kûr, keda wî di her kêliya têkoşîna me de wê rê nîşanî me bide. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di rêya wî de weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî bimeşin.

ROJHAT HESEN

Gelê Rojhilatê Kurdistanê di pêvajoya dîrokî de bêyî ku ji baweriya xwe ya bi azadiyê tawîzê bide berxwedana xwe dewam kir. Di her serdemên têkoşîna me ya azadiyê de ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên gerîla û piştgiriya herî mezin da. Bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdisatnê jî yek ji wan deveran e ku ev çanda berxwedanê lê xurt e û kevneşopiya welatparêziyê ji nifşan derbasî nava nifşên nû dibe. Hevrêyê me Rojhat Hesen ku li vê xaka qedîm çavên xwe li cîhanê vekir, di nava kevneşopiyeke bi vî reng^ya berxwedanê û rastiya gelekî bi vî rengî de mezin bû.

Ji ber ku malbata wî û derdora lê dima welatparêz bû, hevrêyê me Rojhat li gorî vê cewherê mezin bû. Nirxên berxwedanê û çanda Kurd a li malê û derdorê kir ku hişmendiya neteweyî hîn di temenekî zû de bigihêje hevrêyê me. Bi saya terbiye û exlaqê ji malbata xwe wergirtî hevrêyê me zû ji Tevgera me hez kir û derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê û gerîla ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Rojhat ku timî heyranê jiyana Apoyî bû, ji xwe re kir armanc ku demek ji ya din zûtir beşdarî nava vê jiyana pîroz bibe.

Hevrêyê me Rojhat li dibistanên rejîmê heta Lîseyê xwend û li gel temenê xwe yê ciwan di gelek mijaran de kete nava nakokiyan. Hevrêyê me jiyana ku sîstem teng dike red kir û dema ku li sedemên şerê bi pêşengiya gerîla yên li kurdistanê û jiyana li ser gelê me tê ferzkirin lêpirsîn kir, mafdariya têkoşînê hîn bi xurtî fêhm kir. Ji ber vê yekê dest ji dibistanê berde û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karî de xebitî. Hevrêyê me Rojhat ked di temenekî zû de nas kir. Bi taybetmendiyên xwe yên durust, karker û fedakar timî li pêş bû û her karê ku pê radibû bi rengekî hêja bi cih anî û li derdorê bi rêzdarî hate hezkirin.

Piştî ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin li Rojhilatê Kurdistanê ya ji welatparêziya xurt protestoyan destpê kir ku ev protesto jî ji bo hevrêyê me Rojhat bû xaleke werçerxê. Li hemberî hewldanên sîstemê ku di şexsê Rêberê me de dixwest gelê me dîl bigire, hevrêyê me gelekî aciz bû û kete nava lêgerîna wê yekê ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Ji bo hevrêyên me yên ku ji bo azadiya Rêberê me bêdudilî ber bi şehadetê ve meşiyan û ji bo gelê me yê welatparêz ê ku tevlî çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bûn, xwedî rêzdarî û minetdariyeke mezin bû. Ev mînakên fedakarî û berxwedanê bûn hinceta herî mezin ku hevrêyê me Rojhat beşdarî nava refên têkoşînê bibe. Şehadetên di pêvajoya Pêngava 1'ê Hezîranê de ku tevgera me li hemberî tasfiyeya hundirîn û derve dabû destpêkirin, ji bo hevrêyê me bû hinceta têkoşîneke hîn mezin û biryar da ku demek ji ya din zûtir tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Li ser vê bingehê di sala 2006'an de hevrêyê me Rojhat Hesen beşdarî nava refên gerîla bû û xeyala xwe ya ku bi salan di dilê wî de bû pêk anî. Hevrêyê me li Xakurkê perwerdeya xwe ya destpêkê dît û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi saya dilxwaziya xwe ya hînbûnê û tevlîbûna çalak a li pêvajoya perwerdeyê hevrêyê me Rojhat di demeke kurt de bi pêş ket û veguherî milîtanekî welê ku girîngî dida her detayên têkoşînê. Hevrêyê me bi saya dersên îdeolojîk û leşkerî di kesayetiya xwe de guherîn pêk anî û felsefeya Apoyî û fikrê azadiyê yê Rêber Apo bi kûrahî têgihîşt. Hevrêyê me Rojhat li ser vê bingehê keta nava hewldana jinûve afirandina xwe û piştî ku perwerde bi serketî qedand derbasî qadên pratîkê bû.

Hevrêyê me Rojhat bi tevlîbûna xwe ya bi moral a li qadên pratîkî û milîtaniya xwe ya mînak a Apoyî ti carî xwe têr nedît û her tim xwe bi pêş ve xist. Hevrêyê me tempoya xwe ya têkoşînê di nava ti mercî de kêm nekir, hewl da her wezîfeyê bi rengekî hêja bi cih bîne. Hevrêyê me Rojhat di bin sîwana Hêzên Taybet de tevlî kar bû û li vê qada taybet kedeke girîng ji bo têkoşînê da. Bi esasgirtina xeta şehîd Zîlan ji bo bicihanîna pêwîstiyên xeta Partiyê kete nava hewldanên berfireh û bi pratîka xwe ya milîtaniya fedaî derket pêş. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin ku di dilê xwe de mezin kiribû, ji bo veguherîne çalakiyê di nava lêgerînekê de bû û bi biryardarî û wêrekiya xwe şopên kûr li kar kir.

Hevrêyê me Rojhat di nava têkoşîna xwe ya 14 salan de mîrateyeke têkoşînê ji me şopdarên xwe re hişt ku nayê jibîrkirin û ked û hevrêtiya kûr tevlî her kêliya xwe kir û beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me li nava hevrêyên xwe hemûyan ên bi hev re têkoşiyan bû cihê hurmetê û bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û têgihiştî li her qadê bû cihê baweriyê. Di dema herî giran a şer de jî hevrêyê me Rojhat tawîz ji pîvanên milîtaniya Apoyî neda û bi vê sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Ji tevlîbûnê heta bi şehadetê weke milîtanekî mînak ê Apoyî bi fedakarî, jidilbûn û durustiya xwe têkoşîna xwe bê navber dewam kir.

Hevrêyê me Rojhat ku sala 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, mîrateyeke têkoşînê ji şopdarên xwe re hişt ku neyê jibîrkirin. Hevrêyê me ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî tawîz ji têkoşîna xwe neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî beşdarî nava karwanê nemiran bû. Di têkoşîna xwe ya 14 salan de ji Xakurkê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadên Kurdistanê ked da.

Weke hevrêyên wî di şexsê hevrêyê xwe Rojhat Kotol de em şehîdên xwe hemûyan careke din bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan radestî me kirine bi cih bînin. Li ser vê bingehê di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Rojhat em ji tevahiya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz re û ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê dil daye têkoşîna me ya azadiyê sersaxiyê dixwazin.

HESEN KOTOL

Hevrêyê me Hesen li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û dilsozê nirxên civakî yê gelê Kurd bû, hevrêyê me Hesen bi rengekî dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke qelebalix a ji eşîra Xizirî mezin bû ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye û hîn biçûkanî hînî berpirsyariya jiyana komînal, piştevanî û parvekirinê bû. Nirxên berxwedanê û çanda Kurd a li nava malbatê kir ku hişmendiya neteweyî di temenê biçûkanî de bi hevrêyê me re peyda bibe. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûbû, hevrêyê me Hesen têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me bi vî rengî bû xwedî wê derfetê ku zanibe bê hevrêyên li nava refên têkoşînê ji bo azadiya gelê xwe çi dikin û hezkirineke mezin a ji bo gerîla kete dilê wî.

Hevrêyê me Hesen ku demeke kurt çû dibistanên rejîma Îranê, ji dibistanê cihê bû û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike li karên kolberî û xalîçeyan xebitî. Hevrêyê me li herdu aliyên sînor ji bo tevkariya li debarê di nava mercên zehmet de xebitî û bi kedkarî û duristiya xwe li nava derdorê bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Hesen ku biçûkanî hînî kedê û zehmetiyên jiyanê bû, di vê demê de şahidî ji xizaniya gelê me re kir.

Hevrêyê me Hesek ku weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwest tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe, li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Hevrêyê me zanîbû ku bi tevlîbûna li nava şerê li Kurdistanê dikare berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û baweriya xwe bi wê anî ku azadiya gelê me tenê bi têkoşînê dibe. Hevrêyê me bi vê baweriyê ji bo tevlî nava refên têkoşînê bibe kete nava hewldanan û ji xwe re kir armanc ku demek ji ya din zûtir derkeve serê çiyê û cihê xwe li çeperên berxwedanê yê gerîla bigire. Li ser vê bingehê hevrêyê me Hesen Kotol di sala 2007'an de di ser Ûrmiyeyê re tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi vî rengî hesreta di dilê xwe de ya bi salan pêk anî.

Hevrêyê me Hesen perwerdeya xwe ya destpêkê li qada Xakurkê dît û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me pêvajoya perwerdeyê baş bi kar anî û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me piştî xwendina materyalên Partiyê gihîşt astekê û hewl da ku felsefeya Apoyî, fikrê azadiyê yê Rêber Apo bi kûrahî fêhm bike, ev yek jî kir bingeha têkoşîna xwe. Bi dersên leşkerî û îdeolojîk xwe timî bi pêş ve bir û veguherî milîtanekî şareza ku li ser taktîk û rêbazên gerîla serwer bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir û bi lez hînî jiyana çiyê û dîsîplîna têkoşînê bû.

Hevrêyê me Hesen ku li Zagrosan 7 salan tevlî gelek kar û çalakiyan bû, bû milîtanek ku bi berpirsyariya têkoşîna pîroz a gelê me rabû. Hevrêyê me ku her roj îdîa û biryardariya xwe mezin kir, bi saya hunera xwe ya leşkerî û hevrêtiya xwe ya xurt li her derê bandor kir, şopa xwe hişt. Ji bo karibe hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyê timî hewl da, bi wêrekî û zîrekiya xwe di her karî de serketineke mezin bi dest xist û kedeke mezin da. Di dema herî giran a şer de tempoya xwe ya têkoşînê kêm nekir û bi vê sekna xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Pratîka heft salan a Zagrosê hevrêyê me hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê hevrêtiyê ve gelekî gihand.

Hevrêyê me ku sala 2014'an li Wanê têkoşiya, ji bo beşdarî berxwedana Kobanê ya destanî bibe derbasî qada Rojava bû. Hevrêyê me Hesen ku li hemberî êrişên komkujiyê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî gelê me xwedî hêrseke merzin bû, kete nava wê lêgerînê ku zû bi zû xwe bigihîne çeperên şer û li gel gelê xwe têbikoşe. Di şerê Kobanê de beşdarî pêngavên li dijî çeteyan bû û li gel ku ji sînga xwe birîndar bû xwe ji ti karî neda alî. Hevrêyê me ku li gel birîndariya xwe jî daxwaza wî ya têkoşînê kêm nebû, piştî pêvajoyeke kurt a dermankirinê careke din beşdarî nava çeperên şer bû. Hevrêyê me Hesen ku bi rengekî çalak tevlî pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, di serxistina vê berxwedanê de kedeke girîng da. Pratîka Kobanê ku li ber çavê hevrê û gelê me bû sembola berxwedaneke destanî, têkoşîna hevrêyê me hîn xurt kir.

Hevrêyê me Hesen ku piştî beşdariya çalak a li pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava careke din berê xwe da çiyê, di sala 2019'an de li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû. Di perwerdeya akademiyê de pêwîstiyên serdema nû ya têkoşînê û hesasiyetên hunera leşkerî hîn bû, li ser vê bingehê hewl da xwe jinûve biafirîne. Hevrêyê me Hesen di pêvajoya perwerdeyê de kêmasiyên di pratîkê de nirxand û pêngavên xurt avêt, kêmasiyên xwe çareser kir û veguherand tecrûbeyê. Hevrêyê me ji her alî ve xwe kir milîtanekî şareza û perwerdeya akademiyê bi serketî qedand. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, bi îdîa û biryardariyeke mezin pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Bi vê helwesta xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Hevrêyê me Hesen di nava 13 salên têkoşîna xwe de ji bo kêliyekê jî teredut nekir û li deverê herî dijwar berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî. Bi vê biryardariyê cihê xwe li nava refên têkoşînê girt.

Hevrêyê me Hesen Kotol 18'ê Gulana 2020'î li qada Metînayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Hevrêyê me ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi roja şehadetê ji bo kêliyekê jî tawîz ji têkoşînê neda û di xeta milîtaniya Apoyî de sekneke zelal nîşan da, bi vî rengî tevlî nava karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Hesen di nava 13 salên têkoşîna xwe de ji Zagrosan heta bi Rojava, ji Colemêrgê heta bi Metînayê li gelek qadên Kurdistanê ked da û mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin.

Weke hevrêyên wî em di şexsê hevrêyê xwe Hesen Kotol de şehîdên xwe hemûyan careke din bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubaer dikin ku armanca ku wan ji me re hiştine pêk bînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Hesen em sersaxiyê ji gelê xwe yê Rojhilat ê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

BERFÎN ROJHILAT

Hevrêya me Berfîn Rojhilat li bajarê Xoy hate dinê. Di nava rastiyeke gel a qedîm û kevneşopiya berxwedanê de mezin bû. Malbata hevrêya me Berfîn ji ber ku pir girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî bû, ew jî bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Zimanê li mal û derdorê tê axaftin, nirxên hatine jiyankirin û çîrokên berxwedanê, ji bo zanebûna neteweyî ya hevrêya me zû şêwe bigire diyarker bûn. Hevrêya me Berfîn li ciheke ku hestê welatparêziyê her kêlî li pêş e, mezin bû. Di zarokatiya xwe de ket ferqa êrîşên li ser gel. Hevrêya me ji nêz ve şahidî ji zext, girtin û darvekirinên dewleta Îranê yên li ser gelê me re kir. Ji vê rewşê pir bandor bû û hêrsa xwe di dilê xwe de veşart. Hevrêya me ferq kir ku zindîkirina ziman û nasnameya xwe berxwedanek e û di her kêliyê de bi vê zanebûnê tevgeriya.

Hevrêya me Berfîn di nava malbateke welatparêz de mezin bû, her tim meraqa jiyana gerîla kir û xeyal kir ku bibe gerîla. Hingî ku têkoşîna gerîlayên ji bo azadiya gelê xwe derketine serê çiyê bihîst, di dilê wê de hezkirin û heyranî çêbû. Bi taybetî ji pêşengtiya hevrêyên jin ên di xebatên leşkerî de, bandor bû. Jin li çiyê bi çek azadiya xwe diparêzin, ev yek li dijî hemû êrîşên zihniyeta mêr û dagirkeran bersiva herî watedar e. Ev sekin, di dilê hevrê Berfîn de lêgerîna azadiyê hîn mezintir kir û ew ber bi lêgerînekê ve bir ku tevlî refên têkoşînê bibe. Hevrêya me ji bo tevlî têkoşîna gerîla bibe li benda derfetekê bû, xeyal kir ku demildest bi gelê xwe re di çeperên berxwedanê de cih bigire.

Hevrêya me Berfîn Rojhilat li ser vê bingehê sala 2009’an ji Başûrê Kurdistanê tevlî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Xeyala bi salan a di dilê xwe de dawiyê pêk anî. Bi tevlîbûna refên gerîla re ji bo wê nû jiyan destpê kir, ev yek bû gava ewilî ya hevrêya me ya ji bo jiyana azad. Hevrêya me Berfîn ji hevrêyên ewilî yên nas kirî pîvanên esas ên jiyana gerîla fêr bû. Di demek kurt de motîveyî vê jiyana pîroz bû. Hevrêya me bedewiyên jiyana komînal, hevrêtiyê û disiplînê ji nêz ve jiyan kir.

Hevrêya me Berfîn bi perwerdeyên dîtî di kesayeta xwe de guhertinên mezin afirand, derfet dît ku xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe. Hevrêya me felsefeya Apoyî, fikra azadiyê ya Rêber Apo û kevneşopiya têkoşînê ya PKK’ê fêr bû. Li ser vê bingehê ket nava hewldanê ku xwe jinûve ava bike. Bi taybetî jî di felsefeya Rêbertî ya derbarê azadiya jinê de xwe kûr kir û armanc kir ku pêşketineke girîng bi dest bixe. Hevrê Berfîn fêm kir ku azadiya jinê pêdiviyeke esasî ya têkoşînê ye û li ser vê xetê ji hemû hevrêyên xwe re bû mîak. Hevrêya me bawer kir ku divê weke gerîlayeke jin hem bibe şervan hem jî bi nasnameya pêşengiyê di refan de cih bigire. Gihişt wê biryardariyê ku vê baweriya xwe derbasî pratîkê bike.

Hevrê Berfîn bi biryardarî û xwesteka xwe ya ji bo têkoşînê hate naskirin. Li qada Garê di gelek xebatan de ked da. Bi hêsanî fêrî jiyana çiyê bû, girîngî da her hûrgûliya têkoşînê û wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî. Di nava demek kurt de bû gerîlayeke xwedî tecrûbe. Hevrêya me di erdnîgariya zehmet a Garê de di ferqa berpirsyariya xwe de bû. Ji bo hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyê, her kêliya xwe bi tempoya têkoşînê derbas kir. Hevrê Berfîn bi vê biryardariya xwe baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me di her kêliya jiyanê de bi kedê xwe nîşan da. Bi kesayeta xwe ya saf û paqij dilê hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Berfîn xwedî kesayeteke samîmî, dirûst û bi zane bû. Hezkirin û baweriya hemû hevrêyên xwe yên têkoşînê qezenc kir.

Hevrêya me Berfîn Rojhilat 12’ê Kanûna 2010’an şehîd bû. Li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hişt. Ji roja tevlî refên gerîla bûyî heta roja şehadetê, kêliyekî jî ji têkoşîna xwe tawîz neda. Hevrêya me bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî, di karwanê nemiran de cih girt. Her çendî ku şehadeta wê ya zû hevrêyên wê xemgîn kiribe jî, di heman refan de û ji bo heman armancê têkoşîn kirin ji bo hemû hevrêyên wê çavkaniya rûmet û serbilindiyê ye.

Weke hevrêyên wê di şexsê hevrê Berfîn Rojhilat de em hemû şehîdên xwe car din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanc û xeyalên wan pêk bînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêya me Berfîn, em ji hemû gelê welatparêz ê Xoy û hemû gelê Kurdistanê yê dil daye têkoşîna azadiyê re sersaxiyê dixwazin.

TÊKOŞER MORDEM

Hevrêyê me Têkoşer li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê ku bi berxwedanên xwe yên di dîroka gelê me tê naskirin û hestê welatparêziyê her tim lê pêş e. Hevrêyê me di nava malbat û derdoreke ku çanda qedîm a Kurdî dijî û tevî hemû zextan ji kevneşopiyên xwe qut nebûye de, mezin bû. Girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me heta lîseyê di dibistanên sîstemê de xwend. Dema ku neçar ma bi zimanekî cuda perwerde bibîne, ket nava nakokiyên xwe yên ewilî. Bi saya hişmendiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, tevî hemû êrîşên sîstemê jî ji bo bikaranîna zimanê xwe israr kir. Ji bo di vê pêvajoyê de têkoşîna me hîn ji nêz ve nas bike û fêm bike, ked da. Jiyan û têkoşîna Rêber Apo li ser hevrêyê me Têkoşer bandorên kûr afirand. Her roja borî biryardarî û xwesteka hevrêyê me ya ji bo têkoşînê, zêde bû. Hingî ku zanebûna wî zêde bû, xwesteka wî ya ji bo tevlîbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî zêde bû. Dema cara ewilî gerîla dîtin, pir bandor bû. Hevrêyê me demekê milîstî kir, hem têkoşîn ji nêz ve nas kir hem jî gavên xwe yên ewilî yên ji bo têkoşînê avêt. Şehadetên pêvajoya 2012’an dema ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê derbeyên giran li dagirkeran xist û şerê fedayiyane yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû sedem ku hevrê Têkoşer biryar bide tevlî têkoşînê bibe. Hevrêyê me bawer kir ku yekane hêza ku xaka Kurdistanê azad bike gerîlayên bi felsefeya Rêber Apo têkoşin e û sala 2012’an tevlî refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me Têkoşer derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî perwerdeyên bingehîn bû. Ji fêrbûna şert û mercên çiyê zehmetî jiyan nekir. Bi xwestek û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk re ji bo pêşketinê binesaziyeke xurt ava kir. Hingî ku Rêber Apo û berxwedana efsanewî ya PKK’ê nas kir, hîn zêdetir girêdayî têkoşînê bû. Hevrêyê me dizanî ku tevlîbûneke xurt encex bi pratîkek hevpar pêkan e. Bêteredut tevlî jiyana li ser xeta fedayîtiyê ya PKK’ê bû. Di her dersa dîtî de agahiya xwe kûr kir. Xwe di lêpirsînên xurt re derbas kir û ji bo ji taybetmendiyên neyînî yên sîstema kapîtalîst rizgar bibe, ket nava hewldaneke mezin.

Hevrêyê me li ser xeteke ku pêşketinên mezin biafirîne meşiya, piştî ku perwerdeyên xwe yên îdeolojîk û leşkerî bi serketî qedand çû herêma Qendîlê û dest bi pratîka xwe ya ewilî ya gerîlatiyê kir. Hevrêyê me bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar derket pêş û hate naskirin. Hevrêyê me her kêliya xwe da têkoşînê û bênavber tempoya xwe ya têkoşînê zêde kir. Tevî şert û mercên herî zehmet, bi îradeya xwe wezîfeyên zehmet gihand encamê. Di her xebatê de ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Qasî fedakariya di jiyanê de, bi cesareta xwe ya di şer de jî teqdîr qezenc kir. Hevrêyê me di hevrêyên xwe de hestekî xurt ê baweriyê ava kir. Di gelek xebatên stratejîk de cih girt û bêşert û merc xizmet ji Partiya me re kir. Hevrêyê me Têkoşer ji bo bibe milîtanekî pêşeng ê felsefeya ‘pariyek hirqeyek’, bê navber ked da. Her tim xwe deyndarê gelê me û şehîdên me kir. Lewma ti carî pratîka xwe bes nedît û wezîfeyên nû û hîn mezintir da pêşiya xwe û têkoşîna xwe domand. Sala 2015’an ku êrîşên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a mêtinger zêde bûn, ji bo ji pêvajoyê re bibe bersiv tevlî perwerdeyên pisporiyê bû. Ji bo di taktîkên gerîla de bibe pispor, hewldaneke mezin raber kir. Hevrêyê me Têkoşer bawer kir ku bi fedayîbûnê dikare ji hêviya gelê me re bibe bersiv û esas girt ku li ser xeta têkoşînê ya fedayiyên me yên nemir bimeşe. Hevrêyê me yê xwedî kesayeteke piralî, qasî pêşketina xwe ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî xwe berpirsyar dît û ji bo pêşketina gelek hevrêyên nû tevlî bûne, ked da. Hevrê Têkoşer di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de di gelek qadan û xebatan de cih girt û li kuderê pêdivî hebe, wezîfe girt ser xwe. Bi vî rengî bû milîtanekî pêşeng û bû şopdarekî dilsoz ê xeta şehîdan.

Hevrêyê me Têkoşer di 24’ê Nîsana 2019’an de dema li ser wezîfeya xwe bû nemir û li pey xwe mîrateya têkoşîneke ku ti carî nayê jibîrkirin hişt. Em soz didin ku bîranîna hevrê Têkoşer di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û teqez bigihînin serketinê. Li ser vê bingehê di serî de malbata wî ya hêja, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

BAZ FERAŞÎN

Hevrêyê me Baz li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me ji ber ku di zanebûna Kurdîtiya malbata xwe de bû, li gorî nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Hevrê Baz ji ber ku salên xwe yên zarokatiyê li gund derbas kir, kesayeteke xwedî cewher qezenc kir. Ev taybetmendiya xwe di tevahiya jiyanê de parast. Malbata wî ji ber sedemên cuda koçî Urmiyeyê kir û ji 10 saliyê û şûnde li vî bajarî jiyan kir. Hevrê Baz dibistana xwe hişt û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cur be cur de xebitî. Hevrêyê me di karên herî giran de xebitî û berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbata xwe bi cih anî. Bi vê helwesta xwe teqdîra her kesê li derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me Baz hingî ku ket ferqa pîroziya kedê, hîn zêdetir wate da jiyanê. Mêtingehkirina kedê ya li welatê wî, timî di bin zextê de mayîn û metirsiya darvekirinê ya ji ber sedemên hêsan, bû sedem ku bikeve nava nakokiyan. Hevrêyê me tevgera Apoyî ya li dijî vê têdikoşe, pir zû nas kir. Hevrê Baz bû heyranê fedakariya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Fikirî ku divê weke ciwanekî Kurd berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Dizanî ku yekane rêya vê tevlîbûna refên gerîla ye. Hevrêyê me fikirî ku têkoşîna herî encamgir, têkoşîna çekdarî ya li dijî dewletên dagirker e. Ji bo fikra xwe derbasî pratîkê bike, ket nava lêgerînan. Bi saya zelaliya di armanca xwe de, di nava demek kurt de derfet dît ku tevlî refên gerîla bibe. Sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Baz dema cara ewilî rastî gerîlayan hat, kelecan û coşeke bêhema jiyan kir. Ev yek di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de parast. Hevrêyê me bi perwerdeyên ewilî yên dîtî re, tevlîbûna xwe ya di warê hestiyarî de veguherand tevlîbûneke hîn bi zanetir. Di vî warî de bi mesafeya ku derbas kirî, bû milîtanekî mînak. Bi dersên îdeolojîk re, ferq kir ku tiştên berê li dibistanên sîstemê jê re hatine gotin tenê amûra qirkirinê ya li hemberî gelê me ye. Pêşketina xwe ya ewilî bi hemleya vegera li cewherê xwe, da destpêkirin. Hevrê Baz di dersên dîroka Kurdistan û Partiyê de, derfet dît ku rastiya me ya gel hîn ji nêztir nas bike. Bi vê yekê re derfet dît ku xwe jî fêm bike. Hingî xwe nas kir, ji zincîrên sîstemê rizgar bû û hîn azadtir bû. Hevrêyê me bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re fêm kir ku xeteriya qirkirinê ya li hemberî gelê me dewam dike. Li dijî vê yekê weke milîtanekî ku di îdîaya parastina gelê me de ye, fikirî ku divê hîn zêdetir giranî bide dersên leşkerî. Li ser vê bingehê ji bo tarzê şerê gerîla û taktîkan de kûr bibe, bi tempoyeke zêde ket nava lêhêrbûnan. Hevrêyê me Baz xwedî tevlîbûneke bi xwestek û bizanebûn bû. Bi saya vê tarzê tevlîbûnê, di gelek mijaran de pêşketinên girîng derbas kir û di nava demek kurt de bû gerîlayekî HPG’ê yê bi pispor.

Hevrêyê me Baz piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir, li herêma Xakurkê tevlî xebatên pratîkî bû û hewl da tiştên di perwerdeyê de hîn bûye bike malê jiyanê. Bi saya hêza xwe ya analîzê ya bilind û jîrbûna xwe, di demeke kin de kêmasiyên di jiyanê de derdiketin holê ferq kir û bû hêza çareseriyê. Hevrê Baz ji pratîka xwe ders derxistin û ev yek kir bingeha pêşketina xwe. Bi taybetî şehadeta hin hevrêyên ku bi hev re têkoşîn dikirin ji bo xwe kir sedema têkoşîneke mezintir û pêşketinên girîng pêk anîn. Ji bo ku layiqî hevrêyên xwe yên şehîd be, tu carî xwe ji hilgirtina barê giran ê şoreşê neda paş û bi vê taybetmendiya xwe bû mîlîtanekî ku hemû hevrêyên wî ew ji xwe re dikirin mînak. Di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê giran bibûn de, bêyî dudilî berê xwe da qadên ku şer lê giran bû û bi tevlîbûneke çalak û fedaî berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Hevrê Baz şoreşgerekî Apoyî yê hevgirtî bû; yekîtiya fikir, zikir û çalakiyê bi ahengeke mezin pêk anî û di bidestxistina serkeftinên girîng de bû xwedî kedeke mezin.

Hevrê Baz xwest tecrûbeyên ku di pratîkê de bi dest xistine bi hevrêyên xwe re jî parve bike û bi analîzkirina wan a rast, wan bike bingeha gavên nû. Ji ber vê yekê di pêvajoya perwerdeya îdeolojîk de lêhûrbûnên mezin jiyan. Di kesayetiya xwe de pêngava partîbûnê da destpêkirin û li dijî hemû taybetmendiyên ku wî ji têkoşînê paş de dikişandin û bi şêwazê Apoyî re nedibûn yek, ket nav têkoşînê. Li hemberî xwe gelekî radîkal bû û karî hemû astengiyên li pêşiya têkoşîna xwe derbas bike. Di nirxandineke xwe de diyar kiribû ku bi saya vê têkoşîna hundirîn hîn bêhtir nêzî Rêber Apo bûye. Bi domandina vê lêhûrbûnê, her kêliya xwe bi Rêber Apo û hevrêyên şehîd re jiya û ji bo ku layiqî wan be bû xwedî hewldan û tevlîbûneke bêhempa.

Hevrê Baz piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir, careke din li herêma Xakurkê ya ku gelekî jê hez dikir dest bi xebatê kir. Di 22’yê Adara 2018’an de di êrîşa dijmin a li ser qada Geliyê Reş a Xakurkê de bi komek hevrêyên xwe re gihişt şehadetê. Em wekî hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên rêya azadiyê ya ku hevrê Baz vekiriye û Kurdistana azad a ku wî bêriya wê dikir, ava bikin. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata wî ya hêja re û ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

ÇIYAGER HÊVÎ

Hevrêyê me Çiyager li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinyayê. Ji ber ku di malbateke girêdayî çanda Kurdî de mezin bû, li gorî cewhera xwe gihişt. Wekî her ciwanekî Kurd di temenê biçûk de dest bi têkoşîna jiyanê kir û ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe di karên kolberî û avahîsaziyê de xebitî. Bi ked dayînê re hewl da jiyanê baştir fêm bike û ev taybetmendiya xwe ya kedkariyê her tim parast. Hevrê Çiyager ku çanda qedîm a Rojhilatê Kurdistanê di kesayetiya xwe de temsîl dikir, bi hûrgulî û hestiyariyeke mezin nêzî her karî dibû. Ji gotinên welatparêzên derdora xwe yên li ser gerîla û ji gerîlayên ku di dema kolberiyê de dîtibûn, gelekî bi bandor bû. Jiyana gerîla meraq dikir û heyranê wan bû. Tu carî neçû dibistanên pergalê; xwezayîbûn û sadebûna xwe parast û bi jiyana xwe ya dilnizim her tim bal kişand. Li hemberî êrîşên qirkirinê ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê bi ser gelê me de dianîn, xwe di aliyê wijdanî de lêpirsîn kir. Xwest projeya Rêbertiya me ya yekîtiya gelan û gerîlayên ku ji bo pêkanîna vê şer dikin fêm bike. Bi vê biryardariyê di sala 2015’an de li ser herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya şervanên nû li wir dît.

Hevrê Çiyager perwerde wekî qada ji nû ve avakirina xwe dît û mîna toveke ku li ser axa Kurdistanê şîn dibe, bi îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê dest bi têkoşîna afirandina kesayetiya xwe kir. Di demeke kin de hînî jiyana gerîla bû. Di perwerdeyan de bi taybetî ji dersên dîroka Partiyê û dîroka jinê gelekî bi bandor bû. Li ser vê bingehê hevrêtiyeke rast, bi rêgez û bi pîvan ava kir. Yekem cihê erka wî qada Şehîd Harûn bû û li wir tecrûbeya leşkerî bi dest xist. Di amadekirina tunelên şer de kedeke mezin da û bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar bû mîlîtanekî mînak. Piştre di xebatên stratejîk de cih girt û her ku rastiya Rêbertî, jiyana Partiyê û mertebeya şehadetê fêm kir, biryardariya wî ya têkoşînê mezintir bû. Hevrê Çiyager pisporê çekên giran bû û ji bo ku li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên dijmin bersiv bide, di sala 2019’an de derbasî nava xebatên Hêzên Taybet bû. Li qada ku fermandarê fedaî Şehîd Çiyager Hêvî (Cihat Turkan) lê perwerde dîtibû perwerde dît û bi manewiyata xwe ya xurt hewl da layiqî şehîdan be. Bi xwezayîbûn û rûkeniya xwe, moral dida derdora xwe û perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir. Wekî gerîlayekî pispor û xwedî zanîna îdeolojîk, bi coşeke mezin li qada Qendîlê tevlî xebatan bû û di her karî de alîkariya hevrêyên xwe kir.

Hevrêyê me Çiyager Hêvî ku bi tevlîbûna xwe ya bi coş, paqij û dilnizm hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xistibû, di 24’ê Nîsana 2024’an de di êrîşa dijmin a li herêma Qendîlê de tevlî nava karwanê şehîdan bû. Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Çiyager ji me re hiştiye bi serkeftinê tacîdar bikin û ji malbata wî ya hêja û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

CESUR ROJHILAT

Gelê Rojhilatê Kurdistanê di seranserî dîrokê de bêyî ku tawîzê ji baweriya xwe ya azadiyê bide berxwedana xwe dewam kir. Bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan cihan e ku çanda berxwedanê lê xurt e û kevneşopiya welatparêziyê ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Hevrêyê me Cesur Rojhilat li ser vê axa qedîm û di nava vê çanda berxwedanê de hat dinyayê.

Malbata hevrêyê me Cesur ji eşîra qedîm a Omoyî bû û malbateke welatparêz bû. Ji ber dilsoziya malbata wî ya bi çand û kevneşopiyên Kurdî re, hevrê Cesur jî li gorî cewhera xwe mezin bû. Di malbateke qelebalix a neh xwişk û birayan de mezin bû. Ji ber vê yekê ji temenê biçûk ve hînî parvekirin, piştgirî û berpirsyariya jiyana komînal bû. Nirxên welatparêziyê yên di nava malbatê de bûn sedem ku hişmendiya hevrêyê me ya neteweyî zû pêş bikeve. Şeş salan çû dibistanên rejîmê, lê piştre dev ji dibistanê berda û ji bo alîkariya debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Bi kedkarî û dirustiya xwe di her karî de serkeftî bû û hurmeta malbat û derdora xwe qezenc kir.

Êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê Şengal û Rojava, ji bo hevrê Cesur jî bûn destpêka lêpirsîneke kûr. Komkujiya li Şengalê, berxwedana Kobanê û êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê hêrseke mezin di dilê wî de çêkir. Hevrê Cesur nedikarî li hemberî van êrîşan bêdeng bimîne û ji ber vê bawer kir ku tenê bi têkoşîneke rêxistinkirî dikare bersiveke watedar bide dijmin. Li ser vê bingehê biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me di sala 2017’an de ji bajarê Xoyê tevlî nava refên têkoşînê bû û xeyala xwe ya salan pêk anî. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û perwerdeya xwe ya yekem li herêma Xakurkê dît. Rêgezên jiyanê, şêwaz û taktîkên gerîlatiya dema nû hîn bû û di demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist. Piştî perwerdeyê yekser derbasî xebatên pratîk bû. Hevrêyê me zû hînî jiyana çiya û dîsîplîna gerîla bû û girîngî da her hûrguliya têkoşînê. Bi lêhûrbûna li ser felsefeya Apoyî û kevneşopiya têkoşînê ya PKK’ê, xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Hevrê Cesur heyranê xwezaya bedew a Xakurkê bû û bi berpirsyariyeke mezin li ser vê erdnîgariya asê kar kir.

Xala herî diyarker a di jiyana têkoşînê ya hevrê Cesur de, şehadeta xwişka wî ya mezin hevrê Rojînda Şahîn a di 21’ê Hezîrana 2018’an de bû. Şehadeta xwişka wî ya ku pê re di heman refan de têkoşîn dikir, her çend ew gelekî xemgîn kiribe jî, hêza wî mezintir kir. Hevrê Cesur şehadeta xwişka xwe kir sedema mezinkirina têkoşînê û biryar da ku meşa nîvcomayî ya hevrê Rojînda di kesayetiya xwe de bidomîne. Ev bûyer bû sedem ku tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir bike û bi biryardariyeke mezin derbên giran li dijmin bide.

Hevrê Cesur di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de cih girt û di demên herî zehmet ên şer de jî bi wêrekî û pêşengiya xwe di serkeftinên girîng de bû xwedî ked. Hevrê Cesur bi tevlîbûna xwe ya fedaî û hevrêtiya xwe ya xurt di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Ji roja tevlîbûnê heta şehadetê li herêma Xakurkê pratîk meşand. Di 19’ê Cotmeha 2022’yan de di êrîşeke dijmin a li ser herêma Xakurkê de gihişt şehadetê û mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hişt. Şehadeta her du xwişk û birayan a li ser heman xetê, ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û eşîra Omoyî bû çavkaniya serbilindiyê. Em wekî hevrêyên wî di şexsê hevrê Cesur Rojhilat de hemû şehîdên xwe bi hurmetî bi bîr tînin û soza pêkanîna armanc û xeyalên wan dubare dikin.

ROJÎNDA ŞAHÎN

Hevrêya me Rojînda ya ku di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên xwe de ji dayîk dibe, girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Çanda Kurdîû nirxên berxwedanê yên di nava malbatê de zindî tên girtin bûn sedem ku hevrêya me hişmendiya neteweyî hê di zarokatiya xwe de bi dest bixe. Di nava malbatê de tevlîbûnên ji bo nava refên gerîlayan bû wesîle ku hevrêya me hê zarokatiya xwe de Tevgera me nas bike. Hevrêya me ya ku bi vî awayî derfeta ji nêz ve naskirina ku hevrêyên ku di nava refên têkoşînê de cih digirin ji bo azadiya gel çi dikin, bi dest xist, tim ji jiyana gerîlayan hez kir. Sekna gerîlayên jin û mêr yên di nava jiyana pîroz a çiyayan de têdikoşin, di dilê hevrêya me de lêgerîna azadiyê hê di zarokatiyê de mezin kir.

Hevrêya me Rojînda ya ku pênc salan diçe dibistanên rejîmê, rola ku rejîm li jinan ferz dike, qebûl nekir û xwest ji nakokiyên xwere bersivekê peyda bike. Hevrêya me ya ku li hemberî nêzîkatiya zîhniyeta serweriya mêran a jinan bêqîmet dike, bê nasname dihêle û li pêşiya azadiya wan dibe asteng li ba hêrseke mezin peyda dibe, kete nava wê lêgerînê ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Hevrêya me ya ku ji ber vê yekê dev ji dibistanê berdide û ji bo têkariya debara malbata xwe karê tevnkeriyê dike, hê di zarokatiya xwe de kedê nas dike. Hevrêya me ya ku bi jêhatîbûn û duristbûna xwe hemû karên xwe bi serkeftî bi cih tîne, ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin.

Hevrêya me ya ku weke hemû ciwanên Kurd ên birûmet xwe li hemberî gelê me berpirsiyar dibîne, dixwaze tevlî nava refên têkoşînê bibe lê belê neçar dimîne ku vê xwesteka xwe hinekî paş bixe. Hevrêya me ya ku vê paşxistinê vediguherîne lêgerînekê, di vê pêvajoyê de dikeve nava kûrbûnên bê ka wê çawa tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêya me Rojînda ya ku gelekî ji keda gerîlayên jin a ji bo parastina destkeftiyên gelê me didin, bandor dibe, bi taybetî ji nêz ve rola pêşeng a jinan şopand. Hevrêya me ya ku gelekî meraqa paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan a Rêbertiya me dike ku ji bo hemû derdorên bindest jiyaneke alternatîf pêşkêş dike, xwest vê felsefeya jiyana nû ji nêz ve nas bike. Hevrêya me ya ku digihîje wê baweriyê ku ev paradîgma bes ne xwestekek e, di heman demê de egereke sereke ya têkoşînê ye, fêm kir ku afirandina jina azad bi rêya têkoşîneke birêxistinkirî pêkan e.

Tevlîbûna birayê wê ya ji bo nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bû wesîle ku hevrêya me Rojînda bi biryardayînê de kêliyekê jî be teredutê nejî. Hevrêya me ya ku mehekê piştî tevlîbûna birayê xwe Şehîd Cesûr tevlî nava refên gerîlayan dibe, dawiyê xeyala xwe ya bi salan bi cih tîne. Hevrêya me Rojînda ya ku berê xwe dide çiyayên Kurdistaê, perwerdeya xweya destpêkê li Xakûrkê distîne. Hevrêya me ya ku pêvajoya perwerdeya xwe baş bi kar tîne û wê bi awayekî serkeftî temam dike, di nava demeke kurt de prensîbên sereke yên jiyana gerîlayan fêm dike. Hevrêya me Rojînd ya ku di nava demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe, dibe milîtaneke ku girîngiyê dide her detayeke têkoşînê. Hevrêya me ya ku girêdayî vê yekê li Xakûrkê beşdarî xebatan dibe, di nava refên gerîlayan de cihê xwe digire û têkoşîna xwe mezin dike.

Hevrêya me Rojînda ya ku xwe di warê îdeolojîk de perwerde dike û dixwaze rola pergal li jinan ferz dike, derbas bike û liba xwe prensîbên jina azad biafirîne, bi vî awayî tim dikeve nava kûrbûn û hewldanan. Hevrêya me ya ku felsefeya Apoyî, fikra Rêber Apo ya jina azad û kevneşopiya têkoşîna PKK’ê bi kûrahî fêr dibe, van yekan dike bingeha têkoşîna xwe. Hevrêya me Rojînda ya ku li Xakûrkê di gelek xebatên cuda de cih digire, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih tîne. Hevrêya me ya ku ji bo hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê tim di nava lêgerînan de ye, bi cesaret û jêhatîbûna xwe di hemû xebatên xwe de şopên girîng dihêle. Hevrêya me Rojînda ya ku bi sekna xwe ya zelal a li serxeta Partiyê û kesayeta xwe ya durist û jidil dibe milîtaneke jin a Apoyî ya mînak, ji aliyê hemû hevrêyên xweve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me ya ku heya pêvajoyên şerî yên herî dijwar de jî tempoya xwe ya têkoşînê kêm nake, bi vê sekna xwe ji hevrêyên xwe re dibe mînak.

Hevrêya me Rojînda Şahîn a ku di encama êrîşeke dijmin de di 21’ê Hezîrana 2018’an de li Xakûrkê tevlî karwanê şehîdan dibe, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku ti caran neyê jibîrkirin hişt. Hevrêya me ya ku ji roja ku tevlî nava refên gerîlayan bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî ji têkoşîna xwe tawîz neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî tevlî nava karwanê nemiran bû. Şehadeta hevrêya me Rojînda, bû egereke mezinkirina têkoşîna birayê wê Şehîd Cesûr. Xwebexşandina du xwişk û birayên ji bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê, bû xurttirîn îfadeya dilsozî û baweriya gelê me ya ji bo Tevgera me.

Weke hevrêyên wê em di şexsê hevrêya xwe Rojînda Şahîn de careke din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînin û soza xxwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên wan ên dewrî me kirine, bi cih bînin. Girêdayî vê yekê di serî de malbata hêja ya hevrêya me Rojînda û birayê wê Şehîd Cesûr, em ji hemû gelê me yê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê û gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

MAZLUM GABAR

Hevrêyê me Mazlum Gabar, li bajarê Xoyê ji dayîk dibe. Hevrêyê me Mazlum ê ku li servan xakên qedîm ji dayîk dibe, di nava rastiya gel û kevneşopiya berxwedanê de mezin dibe. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û girêdayî nirxên civakî yên civaka Kurd in hevrêyê me Mazlum jî girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Çanda Kurdî û nirxên berxwedanê yên di nava malbatê de zindî tên girtin, dibin wesîle ku hevrêyê me hê zarokatiya xwe de hişmendiya neteweyî bi dest bixe. Hevrêyê me yê ku pênc salan diçe dibistanên rejîmê, ji bo têkariya debara malbata xwe di karên cuda de dixebite. Hevrêyê me yê ku bi jêhatîbûn û duristiya xwe hemû karan bi serkeftî bi cih tîne, ji aliyê malbat û derdora xwe ve tê pîrozkirin. Hevrêyê me Mazlum ê ku di zarokatiya xwe de xeyal dike ku bibe gerîla, ji gerîlayên ku li ser çapemeniyê dibîne gelekî bandor dibe. Sekna gerîlayên jin û mêr ên di nava jiyana çiyayan a pîroz de têdikoşin, dibin sedem ku di dilê hevrêyê me de lêgerînên azadiyê hê di zarokatiyê de dest pê bike. Hevrêyê me yê ku tim jiyana milîtanên Apoyî yên li gel dayîna bedêlên mezin û fedakariyeke mezin mereq dike, hewl daku fêm bike ev milîtan bi felsefeû baweriyeke çawa têdikoşin. Hevrêyê me Mazlum ê ku dixwaze ji êz ve meşa pîroz a kesên ji bo azadiya gelê xwederketine çiyayan nas bike, xeyal dike ku tavilê di nava refên têkoşînê de cihê xwe bigire. Hevrêyê me yê ku li hemberî şerê li Kurdistanê yê di pêşengtiya gerîlayan de bê deng namîne, ji bo tevlîbûna nava refên têkoşînê dikeve nava lêgerînan.

Hevrêyê me Mazlum ê ku di serdemeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn û destkeftiyên gelê me talûkeyê bûn de tevlî nava refên gerîlayan dibe û dixwaze mîsyoeke dîrokî bi dest bixe, di sala 2014’an de dema ku dixwaze tevlî bibe ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Hevrêyê me yê ku di serdemeke ku li ser azadiya gelê me êrîş zêde bûn de dixwaze tevlî navarefên gerîlayan bibe, vê carê neçar dimîne ku bi zîndanê re rû bi rû bimîne. Hevrêyê me yê ku pênc salan li zîndanên rejîmê tê rehîngirtin, li vir bi awayekî eşkere rûyê zalim ê rejîmê yê li ser gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê dibîne. Hevrêyê me Mazlum ê ku li zîndanê her cure êşkence, zext û zulmê dibîne, divê pêvajoyê de kêliyekê jî be îradeya xwe sist nake.

Hevrêyê me yê ku pêvajoya di zîndanê de dimîne baş bi kar tîne, di warê îdeolojîk de derfeta baştirnaskirina têkoşîna me bi dest dixe. Hevrêyê meyê ku dîroka Tevgera me, felsefeya Rêber Apo û prensîbên sereke yên milîtaniya Apoyî bi kûrahî dixwîne, girêdayî vê yekê hişmendiya xwe zêdetir xurt dike. Hevrêyê me Mazlum ê ku şert û mercên zîndanê vediguherîne dibistanekê, pêvajoya lê dimîne weke perwerdeyeke rêxistinî bi kar tîne. Hevrêyê me yê ku piştî tehliye dibe ji bi tevlîbûna nava refên gerîlayan berê xwedide çiyayan, vê carê bawer dike ku li pêşiya wî ti tişt nikaribin bibin astengî. Girêdayî vê yekê hevrêyê me Mazlum Gabar di sala 2019’an de li ser Ûrmiyê tevlî nava refên gerîlayan dibe, dawiyê xeyala xwe pêk tîne.

Hevrêyê me yê ku perwerdeya gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê distîne, di nava demeke kurt de adapteyî jiyana li çiyayan dibe. Bi saya hişmendiya îdeolojîk û tecrûbeyên rêxistinî yên di pêvajoya zîndanê de bi dest dixe di gelek mijaran de alîkariya hevrêyên xwe dike. Hevrêyê me Mazlum ê ku zehmetiyên hevrêyên xweparve dike û ji bo hêsankirina têkoşîna wan hewl dide, bi saya vê sekna xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me yê ku ji kêliya destpêkê ve tevlîbûneke çalak nîşan dide, di hemû qadên jiyana gerîlayan de bi keda xwe derket pêş. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam dike li qadên pratîkê daxilî xebatan dibe, di nava refan de cihê xwe digire û têkoşîna xwemezin dike.

Hevrêyê me yê ku dixwaze di warên leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş bixe, di hemû kêliyên xwe de xwe perwerde dike. Hevrêyê me Mazlum ê ku girîngiyê dide hemû hûrgiliyên têkoşînê û erkên xwe bêyî kêmasî bi cih tîne, di taktîk û terzê gerîlayan de dibe milîtanekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku jibo hêrsa li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê tim dikeve nava hewldanan, bi saya vê biryardariya xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Mazlum ê ku bi saya kesayeta xwe ya kamil, tevlîbûna xweya çalak û israra xwe ya têkildarî derbxistina dijmin dibe milîtanekî Apoyî yê mînak, li hemû qadan gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me yê ku di pêvajoyên ku şer gelekî dijwar bûn de jî tempoya xwe ya têkoşînê kêm nake, bi vê sekna xwe ji hevrêyên xwe re dibe mînak.

Hevrêyê me Mazlum Gabar ê ku li qada Tilora ya Geverê di 3’yê Tîrmeha 2021’an de di operasyona ku dijmin dadestpêkirin de bi fedaî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû, li dû xwemîrateyeke têkoşînê ya ti caran neyê jibîrkirin hişt. Hevrêyê me yê ku ji roja ku tevlî nava refên gerîlayan bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî ji têkoşîna xwe tawîz neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî tevlî nava karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Mazlum ê ku li gel têkoşîna xw ya ji zîndanan û berbi çiyayan ve, weke milîtanekî fedaî yê ji bo azadiya gelê xwe bedêlên herî giran dan ber çavên xwe derbasî dîrokê bû.

Malbata wî ya hêja, du ewladên xwe yên hêja dan Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û bû yek ji malbatên herî birûmet ên vê xakê. Şehadeta hevrêyê me Mazlum ê ku li gel birayê xwe û hevrêyê me yê hêja Şehîd Şahan Gabar di nava refên gerîlayan de têdikoşe, careke din welatparêziya malbata wî nîşan da. Xwebexşandina her du birayan a ji têkoşîna azadiyê re, dilsozî û baweriya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê yên ji Tevgera me re bi awayekî eşkere nîşan dan.

Weke hevrêyên wî em di şexsê hevrêyê xwe Mazlum Gabar de careke din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên wan ên dewrî me kirine, bi cih bînin. Girêdayî vê yekê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Mazlum Gabar û birayê wî Şehîd Şahan Gabar em ji hemû gelê me yê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê û gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."