Îlham Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî heye

Siyasetmedar Îlham Ehmed di hevdîtina ligel şandeya ji Eniya Piştgiriya Rojava ya Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî û yekkirina helwestan heye.

Îlham Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî heye
Îlham Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî heye
Îlham Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî heye
Îlham Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî heye
Îlham Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi yekrêziya Kurdî heye
22 mijdar, 2026   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ji Eniya Piştgiriya Rojava ya Başûrê Kurdistanê ku ji hejmarek çalakgerên siyasî, nivîskar û rojnamevanên Kurd pêk tê, bi amadebûna siyasetmedar Îlham Ehmed û Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsiv, serdana Nûnertiya Rojava Kir.

Di hevdîtinê de Îlham Ehmed pêşdeçûnên siyasî yên dawî yên li Rojava pêşan dan, behsa astengiyên heyî yên rûbirûyî herêmê ligel guhertinên siyasî kir.

Îlham diyar kir ku pêdiviya qonaxê bi pêşxistina hevgirtina Kurdî, yekkirina helwest û hewlan, xebat bi ruhê berpirsiyariya hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyan û parastina destkeftiyên bi saya fedakariyên xelkê herêmê pêk hatine, heye.

Di dewama axaftinê de Îlham destnîşan kir ku di vê qonaxê de yekrêziya Kurdî temsîla hêmaneke bingehîn dike û pêşxistina têkilî û hevrêziyê di navbera hêz, kesayet û çalakiyên Kurdî de wê helwesteke hevbeş li hember dozên çarenûsî ava bike.

Îlham bal kişand ser rola rewşenbîr, rojnamevan û çalakgerên siyasî di gihandina rastiyê li Rojava de ji bo raya giştî û pêşxistina hevgirtina civakî û siyasî.

Îlham destnîşan kir ku piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e û pêdivî bi berdewama peywendî, hevkarî û zêdekirina destpêşxerêyên piştgir heye.

Li aliyekî din jî endamên şandeyê bal kişand ser berdewama piştgiriya ji bo Rojava, girîngiya berdewama hevgirtin, xebata hevbeş, pêşxistina hevrêzî di navbera hêz û çalakiyên Kurdî di vê qonaxa werçerxî de.

(f)