Li Amûdê bi boneya 25‘ê Mijdarê maçeke hat listin

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de ji tîma Serdemê ya futbolê tîma keçên biçûk û tîma jinên ciwan li hemberî hev lîstin.

Li Amûdê bi boneya 25‘ê Mijdarê maçeke hat listin
Li Amûdê bi boneya 25‘ê Mijdarê maçeke hat listin
Li Amûdê bi boneya 25‘ê Mijdarê maçeke hat listin
Li Amûdê bi boneya 25‘ê Mijdarê maçeke hat listin
Li Amûdê bi boneya 25‘ê Mijdarê maçeke hat listin
22 mijdar, 2026   19:21
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de îro li Stadyûma Şermola ya bajarê Amûdê maçeke fotbolê hat lidarxistin.

Di maçê de ji tîma Serdemê ya futbolê tîma keçên biçûk û tîma jinên ciwan li hemberî hev lîstin. Malbatên her du tîman û hejmarek şêniyên bajêr amade bûn.

Lîstikvana Serdemê Rolav Berekat got armanc ji maçê ew e peyamekê bigihînin ku ne tenê mêr bi futbolê dilîzin, lê jin jî dikarin bilîzin û bi ser bikevin.

Lîstikvana bi navê Rovend Mîrza diyar kir ku peyam ji vê maçê ji pêşbaziyeke werzişî wêdetir diçe ew jî çalakî hem redkirina tundiya li dijî jinan e û hem jî piştrastkirina mafê wan ê beşdarbûna di warê werzişê de ye.

Maçê eleqeyeke baş ji hêla girseya amadebûyî ve wergirt û encam 1-1 bi dawî bû. çalakî bi peyama ku werzîş ji mafê hemûyan e û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berpirsiyariya hevbeş a civakî ye, bi dawî bû.

(f)