Koçberên Serêkaniyê li benda vegera bi ewle ne

562 malbatên koçberên Serêkaniyê li kampa Newrozê ne û li benda vegera li cih û warê xwe ne.

Koçberên Serêkaniyê li benda vegera bi ewle ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegera bi ewle ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegera bi ewle ne
23 mijdar, 2026   06:15
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

572 malbatên koçberên Serêkaniyê li kampa Newrozê ya li gundewarên Dêrikê hene. Demsala zivistanê dest pê dike û ew ê zêdetir zehmetî bibînin. Koçberan dixwazin vegerin warê xwe û bi ewle bijîn.

`EM DIXWAZIN VEGERIN WARÊ XWE`

Ezîza Xidir got: " 5 sal e ez li kampa Newrozê dimînin. Êdî hêza me nemaye ku em zehmetiyên li vir tehemul bikin. Em dixwazin di demeke nêz de vegerin herêmên xwe. Divê derfet çêbe em vegerin û bikarin li herêmên xwe bi aram bijîn."

`EZ AMADE ME LI BER KULAVÊN MALA XWE BIJÎM`

Wedha El Elî jî got: "Min mala xwe ji dest da, lê amade me biçim warê xwe, di bin kon li ber kalvilên mala xwe bijîm. Em dixwazin ji vir biçin. Hinek malbat vegeriyan lê hîna rewşa me ne zelal e. Mala min nîn e, lê ez ê konê xwe bibim û li ber mala xwe ya wêrankirî deynim û di bin de bijîm. Divê aliyên têkildarî bi me re bibin alîkar em vegerin û pêdiviyên me pêk bînin."

`ALIYÊN TÊKILDAR DIVÊ ALÎKARIYA ME BIKIN`

Emîna Mustefa got malên wan wêrankirî ne û wiha got: "Li Serêkaniyê malên me nînin. Di şer de wêran bûn. Dema em vegerin divê aliyê ewlehî û tenduristiyê de bi me re bibin alîkar. Em daxwaz dikin di demeke nêz de vegerin, em ê nekarin zivistanê li kampê bijîn."

(np)

ANHA