Nêrgiz Mihemedî banga parastina jinan ji gefên sîberê kir

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser pêwîstiya hevgirtin û pişgtiriya kolektîf a ji bo parstina jinên ku li hemberî wan kampanyayên reşkirin û gefên sîberê tên.

Nêrgiz Mihemedî banga parastina jinan ji gefên sîberê kir
22 mijdar, 2026   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvan Nêrgiz Mihemedî peyamek bi dîmen da.

Peyam li ser hesabê xwe yê Instagramê weşandin. Nêrgiz Mihemedî daxwaza piştgirî û hevgirtinê ji bo jinên ku ji ber çalakiyên xwe yên civakî, siyasî, medyayî û mafên mirovan destdirêjî û êrişên organîzekirî yên sîber tên, kir.

Di peyama xwe de, Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku di salên dawî de destdirêjî, heqaret, gefên kuştinê û şîdeta cinsî ya berfireh sîber li ser hatiye kirin; ev êrîş heta di dema girtina wê de jî berdewam kirine.

Nêrgiz Mihemedî anî ziman ku rêbazên tacîza sîber a li dijî jinan kampanyayên reşkirinê yên organîze, belavkirina agahiyên kesane, heqaret, nefretkirina jinan, belavkirina agahiyên xelet û weşandina wêneyên sexte yên ji hêla ‘AI’ ve hatine çêkirin vedihewîne. Nêrgîz piştrast kir ku armanca van êrişan tecrîdkirin, tirsandin û tepeserkirina jinane.

Nêrgiz Mihemedî îstatîstîkan nîşan dide û diyar dike ku zêdetirî ji sedî 70’ê rojnamevan, çalakvan û jinên di pozîsyonên rêveberiyê de tacîzên sîber re rû bi rû dimînin û hişyarî da ku êrişên bi vî rengî divê jinan bêdeng nekin an jî wan neçar nekin ku ji qada giştî vekişin.

Di dawiyê de Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser pêwîstiya hevgirtin û pişgtiriya kolektîf a ji bo parastina jinên ku li hemberî wan kampanyayên reşkirin û gefên sîberê tên.