HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Dilsoziya bi giyanê nemir Ehmed Huseynî re" kongreya xwe ya 10`emîn li dar dixe.

HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 10’emîn li dar dixe
6 mijdar, 2026   14:14
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Dilsoziya bi giyanê nemir Ehmed Huseynî re" kongreya xwe ya 10`emîn li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê li dar dixe.

Kongre bi beşdariya endamên HRRK’ê, nivîskar û rewşenbîran bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî wê endamê komîteya amadekar nivîskar Kemal Necim axivî. Necim di destpêka axaftina xwe de xêrhatina beşdaran kir û têkildarî xebatên HRRK‘ê yên ji sala 2014`an ve agahî da.

Kemal Necim got ev kongreya yekemîn e ku bêyî nivîskar û helbestvan Ehmed Huseynî tê lidarxistin û ji bo rewşenbîran jî anî ziman ku ew di vê pêvajoyê de berpirsyar in û divê çand û hebûna gelê Kurd biparêzin. Necim destnîşan kir ku hêza rewşenbîran heye ku berpirsyariyê rakin.

Piştî wê bi navê HRRK‘ê Anahîta Sîno jî li ser jiyana Ehmed Huseynî axivî û têkoşîna wî ya ji bo parastina çand û hebûna gelê Kurd bi bîr xist. Anahîta Sîno anî ziman ku ew ê rêça helbestvan Ehmed Huseynî biparêzin û got: "Divê wênesaz, nivîskar û helbestvanan û tevahî saziyên çandî xebatên xwe firehtir bikin û çanda gelê Kurd pêşbixînin û biparêzin."

Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiya kongreyê hatin xwendin. Li ser xebatên HRRK‘ê jî sînevîzyon hate pêşandan.

Li gorî komîteya amadekar, dê rapora HRRK‘ê were xwendin, xebatên 2 salan werin nirxandin, komîteyeke nû were hilbijartin û herî dawî daxuyanî were dayîn.

(np)

ANHA