Li gundewrê Zirganê kesek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû

Li ser rêya Til Temir û Zirganê kesek ji ber teqîna mayînekê bi terektoreke çandiniyê ve birîndar bû.

Li gundewrê Zirganê kesek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû
22 mijdar, 2026   21:04
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, Siyamend Ehmed (38) ji xelkê bajarê Zirganê ye vê êvarê ji ber teqîna mayînekê bi terektorê ve birîndar bû.

Siyamend Ehmed ku ajokarekî terektoreke çandiniyê ye, dema ku erdekî çandiniyê li gundê Xirbe Şeîr ê li ser rêya Til Temir-Zirganê cot dikir, ji mil û destê xwe yê rastê û rûyê xwe ve birîndar bû.

Destpêkê birîndar rakirin navenda tenduristiyê ya Til Temirê, piştre wî veguhestin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

(bb)