Li gundewarê Reqayê termekî nenas di nav 2 kîsikên çopê de hat dîtin

Li gundewarê rojhilatê Reqayê, termê kesekî nenas di nav 2 kîsikên çopê de hat dîtin.

Li gundewarê Reqayê termekî nenas di nav 2 kîsikên çopê de hat dîtin
23 mijdar, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro termê kesekî nenas, di nav 2 kîsikên çopê yên mezin de, li devereke ku wekî depoya çopê tê bikaranîn, li rojhilatê bajarê Maadanê li gundewarê Reqayê hat dîtin.

Xebatên ji bo naskirina termê û sedemên bûyerê berdewam dikin.

(k)

ANHA