Festîvala Şanoyê ya ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ dest pê kir

Festîvala Şanoyê ya ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 4’emîn li bajarê Kobanê dest pê kir.

30 cotmeh, 2026   19:43
KOBANÊ

Bi beşdariya komên şanoyê yên ji Kobanê, herêma Cizîrê, Reqa, Heleb û Şamê Festîvala 4’emîn a ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘li Kobanê dest pê kir.

Festîval ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ve û bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi dirûşma ‘‘Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek‘‘ hatiye organîzekirin.

Di roja yekemîn a festîvalê de ku li Navenda Baqî Xido hate destpêkirin bi sedan kes amade bûn.

Festîval bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê komîteya amadekar a festîvalê Hisên Xanî axivî.

Xanî piştî bixêrhatina beşdaran kir, der barê lidarxistina festîvalê de got: ‘‘Me dixwest di demeke zûtir de festîvalê li dar bixin, lê ji ber hin şert û mercên derketin festîval bi derengî ket û me nikaribû di dema wê de çêbikin. Lê belê heya ji destê me hat me bi hemû hêza xwe ji bo serkeftina wê xebitî.‘‘

Xanî spasiya hemû kesên beşdarî festîvalê bûne û yên ku di amadekirina wê de ked dane kir.

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Rûken Ehmed axivî û bi van gotinan tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn: ‘‘Bi saya keda şehîdan û berxwedana wan em niha li vir in û festîvalên xwe li dar dixin. Dema behsa Kobanê tê kirin, berxwedanî û şehîd tên bîra me. Li vir li Kobanê her kes xwedan çîrokek e û xwedan şehîd û xwedî berxwedan e.‘‘

Rûkenê di dawiya axaftina xwe de festîval û 1‘ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li beşdaran pîroz kir.

Ji rêveberên TEV-ÇAND‘ê Îsmaîl Xabûr jî bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Kobanê û wiha anî ziman: ‘‘Berwedana Kobanê, berxwedana can û ruhê hemû kesên li vir e. Ji bo Kobanê dîsa li ser piyan bisekine, fedakariyên pir mezin hatine kirin. Em jî vê festîvalê li giyanê şehîdan pîroz dikin ku bi saya wan tê lidarxistin.‘‘

Endamê rêveberiya TEV-ÇAND‘ê ya bajarê Hesekê Mecîd Ubeyd jî axivî û diyar kir ku ev festîval ji bo aştiyê tê lidarxistin û wiha domand: ‘‘Em ji jiyanê hez dike, em ê her dem şahî û pîrozbahiyên xwe li dar bixin. Çand û vîna me nîşan dide ku em civakeke ku ji jiyanê, bi her tiştê wê re hez dikin.‘‘

Ubeyd kêfxweşiya xwe ya tevlêbûna festîvalê anî ziman û got: ‘‘Navê Kobanê bi serê xwe dîrok e. Kobanê dîroka berxwedanê nivîsandiye. Rûmeteke mezin e ku em li vir in.‘‘

Piştre sînevizyûna li ser jiyana Şehîd Arîn Mîrkan û şehîd Rûmet Bêrîtan hat pêşandan, her wiha şanoyeke kurt bi navê "Bozan û Cemîle" hat pêşandan.

Koma ji Şamê şanoyek bi navê “Cejna wê pîroz be” pêşkêş kir.

Festîval dê heta 4’ê Mijdarê bidome. Di wan rojan de dê dê komên ji Şamê, Kobanê, Heleb û herêma Cizîrê şanoyan pêşkêş bikin.

Arîn Mîrkan ( Dîlara Kênc) sala 1992'yan li gundê Mîrkan ê navçeya Mabetayê ya Efrînê, di nava malbateke welatparêz de jidayik bû. Arîn ku navê xwe ji fermandareke Tevgera Azadiya Kurdistanê girtibû, li ser heman çand, hişmendî û nirxên welatparêziyê mezin bû. Di sala 2007'an de bi têgihîştina rastiya azadiya jinan û gelê Kurd berê xwe da nava refên têkoşînê. Di 4'ê Nîsana 2013'an de, di avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de cihê xwe girt û di demeke kurt de erkên fermandariyê girtin ser milê xwe. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê nêzî Kobanê û Girê Miştenûrê, rastî berxwedaneke bêhempa ya hêzên YPJ’ê hatin. Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan di 5’ê Cotmeha 2014’an de li lûtkeya Girê Miştenûrê çalakiyeke fedayî li dar xist. Di çalakiyê de hejmarek çete hatin kuştin.

 (so/bb)

ANHA