Zivistan dest pê dike û hin malbat bê tedbîr in

Demsala zivistanê dest pê dike lê sotemenî û elektirîk nîn e, av kêm jî e û her tişt biha ye. Sermaya zivistanê dê li ser gel barekî mezin be. Bi taybet malbatên ku derfetên wan kêm e, zarokên wan hene, îxtiyar û astengdar lê hebe dê gelekî zehmetî bibîne. Şêniyan ji bo bikarin debara xwe bikin, xwepêşandan organîze kir û daxwaz ji hikûmetê kir ku sotemeniyê erzan bike. Lê tu aliyan bersiv neda daxwaziyên gel.

Zivistan dest pê dike û hin malbat bê tedbîr in
Zivistan dest pê dike û hin malbat bê tedbîr in
23 mijdar, 2026   03:55
QAMIŞlO
JÎNDA DILSOZ

Li Sûriyeyê gel bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ye. Şert û merc jiyanî roj bi roj giran dibin, di serî de mazot pêdiviyên sereke û nayên peydakirin. Gel ne tenê ji bo sotemeniyê zehmetiyan dibîne, lê di heman demê de elektirîk nîne û av jî kêm e.

Ligel pirsgirêkên xizmetguzariyê jî êdî derfetên şêniyan nîne ku madeyên xwarinê bikirin û pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Malbat rojane difikirin dê çawa bikarin pariyek nan peyda bikin. Di zivistanê de dê şert û merc hîn zehmettir be û bandorê li tenduristiya zarok û îxtiyaran bike.

Têkildarî rewşa jiyanî şêniyên bajarê Qamişloyê ji ajansa me re axivîn û gazincên xwe anîn ziman.

DERFET NÎNE ZIVISTANÊ XWE GERM BIKIN

Hisên Hesen Cûma got ew pênc kesin li taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê di maleke kirê de ne. Li taxa wan elektirîk nîne, avê kêm e û mazota zivistanê nîne. Ew di vê dema dawiyê de gelekî zehmetî dibînin. Cûma got hikûmet pêdiviya welatiyan pêk nayîne û guh nade daxwazên wan. Her wiha anî ziman ku sermayê dest pê kiriye lê ew nikare mazotê bikire û sobeyê deyne.

Hikûmeta veguhêz 13`ê îlonê buhayê lîtreyeke mazotê kir bi 175 (11 hezar û 500 lîreya Sûriyeyê ya kevn). Di meha mijdarê de jî lîtreya mazotê kir bi 150 lîreyê û mazota germkirine jî lître bû bi 115 lîreyî.

Cûma destnîşan kir ku tonek êzing di navbera 200-300 dolarî ye, lew ra nikare êzingan jî bikirin.

Di vê rewşê de Cûma tenê dikare daxwaza çareseriya vê pirsgirêkê bike.

DI TARÎTIYÊ DE NE Û NIKARIN XWE GERM BIKIN

Kurê Cûma Hogir xortekî astengdar e û di van şert û mercan de zehmetiyan dibîne. Hogir diyar kir ku hewa gelekî sar bûye û bandorê li rewşa wî ya tenduristiyê dike. Çiqasî serma zêde bibe û germahî kêm bibe bandorê li ser tevgera wî dike û ew êdî nema dikare bimeşe û tevbigere. Dema elektirîk nebe jî ew di tarîtiyê de nikare tevbigere û gelek caran di tarîtiyê de ketiye.

Hogir daxwaz kir ku pirsgirêka wî û ya giştî şêniyên herêmê bê çareserkirin.

MALBATA CEMÎLA ÎBRAHÎM DI HEMAN REWŞÊ DE YE

Li quncikeke taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê malbata Cemîla Îbrahîm heye. Hevjînê wê îxtiyare û li erdê ye, 3 neviyên wê yên astengdar jî hene nikarin baxivin û bavê wan rojane dixebite ancex dikare pêdiviyên rojê peyda bike.

Cemîla Îbrahîm diyar kir ku ew di rewşeke zehmet de ne û got: "Zivistan sar e û her tim zarok di sermayê de nexweş dikevin. Li mala me îxtiyarekî li erdê jî heye û di vê rewşê de mazota wan nîne. Em  nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin û her tim li bendê ne ku xêrxwaz bi wan re bibin alîkar. "

WELÎD YEHYA JÎ BÊ ÇAR E MAYE

Nexweşiya şeker bi Welîd Yehya re heye û her du lingên wî jêkirine. Ew li gel kurê xwe ye û di maleke kirê de ye.

Yehya anî ziman ku mazot û elektirîka wan nîne û av kêm e. Karê kurê wî têrê wan nake ku xwe xwedî bikin. Mazota wan nîne ku sobeya xwe deynin û ew ji ber sermayê dilerize. Elektirîka wan jî nîne, tenê xwediyê jeneratorê bi xêra xwe 2 empêr belaş daye wan.

Yehya di dawiya axaftina xwe de got daxwazên wan ne zehmet in, ew tenê dixwazin pêdiviyên wan pêk werin, bikarin rûmeta xwe pê biparêzin û tedawiya xwe bike.

(np)

ANHA