Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin

Kampanyaya komkirina îmzeyan a ku ji aliyê Komîeya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye lidarxistin di roja duyemîn de dewam dike.

Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin
Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin
Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin
Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin
Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin
Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle îmzeyan didin
5 cotmeh, 2025   12:50
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi nêzîkbûna salvegera 6’emîn a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, duh kampanyaya komkirina îmzeyan a bi daxwaza vegera ewle dabû destpêkirin.

Kampanyaya bi dirûşma "6 sal ji koçberiya bi darê zorê, vegera ewle mafekî rewa ye" di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Di çarçoveya kampanyayê de li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên li bajarê Hesekê 2 kon hatin vedan. Koçber bi daxwaza vegera ewla li warê xwe û derxistina dagirkeran îmzeyan didin.

Di bin her du konan de wêneyên ku balê dikişînin ser sûcên ku dagirker û çeteyan di dema êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê de kiribûn, hatin daliqandin.

Li kampa Newroz a li bajarê Dêrikê, navendên bicihkirina koçberan ên li Hesekê û Til Temirê jî îmze têne komkirin.

Piştî bidawîkirina kampanyayê dê çalakiyek protestoyî li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê were lidarxistin û dê îmze radestî komîseriyê werin kirin.

(bb)

ANHA