Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû

Li Qamişloyê çalakiyên Festîvala Mardoutho ya 6’an di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bûn.

Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
Festîvala Mardoutho ya 6’an bi dawî bû
12 îlon, 2026   22:03
QAMIŞLO

Komeleya Çanda Suryanî Festîvala Mardoutho ya 6’an a bi diruşmeya “Ji koka xwe em çîrokan vedibêjin û bi mîrasa xwe em siberoja xwe çêdikin” li hola Mar Gabrîal a Qamişloyê organîze kir. Di festîvalê de nûnerên ji saziyên civakî, çandî, olî û hikumetê amade bûn.

Di festîvalê de stran, folklor, şano û Koroya Suryanî bi beşdariya koman ji tevahî temenan hatin pêşkêşkirin.

Festîval bi axaftina Gerînendeyê Çandê ya Parêzgeha Hesekê Ebdulmecîd Xelef dest pê kir. Xelef girîngiya ku tevahî pêkhateyên herêmê bi çanda xwe bijîn vegot û destnîşan kir ku çand tevahî pêkhateyan li hev dicivîne.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî jî got: “Rojê derbas bûne pir zehmet bûn. Lê em pêşbînin ku çalakî hene ku hêviyê di me de diçînin em bi pêş de herin. Em li ser çandên pirreng û rêzgirtina tevahî olan mezin bûn û bi hêvî ne nifşê nû jî li ser bingehê mezin bibe.”

Di çalakiyên roja duyemîn de, Koroya Navenda Naoum Faiq, Koroya Navenda Toma Nehri, şanoya "skitça Zalîn Qamişlo ", Koma Folklorê ya Yerthoia, Koma Mûzîkê ya Aurelia û Koma Folklorê ya Lamita, digel hunermend Maria Asmar û Michael Shamoun beşdar bûn. Çalakiyên festîvalê yên roja yekemîn li Navenda Çandê ya Hesekê hatin lidarxistin.

(f)

ANHA