Medyaya erebî: Nirxandina şerê Îran û DYA û civîna Shezhenê

Di medyaya erebî de şerê Îran û DYA`ê û civîna di navbera DYA, Çîn û Rûsyayê hat nirxandin.

Medyaya erebî: Nirxandina şerê Îran û DYA û civîna Shezhenê
23 mijdar, 2026   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di medyaya erebî de siberoja şerê li ser Îranê û ihtîmalên ku careke dîtir êrîşî Îranê bê kirin, her wiha civîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Çîn û Rûsyayê hatiye şîrovekirin.

Rojnameya El Ehram a Misrî gotarek bi sernavê "Dibe ku li herêmê şer ji nû ve dest pê bike" nivisî ye. Di nivîsê de hatiye ziman ku li gorî pêşveçûnên li herêmê şer di demeke nêz de bi dawî nabe. Navneteweyî hewldan hene ku dawî li şer bînin lê berevajî, tê xuyakirin ku amadekarî ji bo şerekî nû tê kirin.

Rojnameya El Xelîc a Îmaratî jî di gotareke bi sernavê "Washington û Tehran..dê kî destpêke biwestê?" gotiye heke şer dest pê bike dibe ku vê carê gel jî bibe hedef û şer berfireh bibe. Di vê rewşê de dê şer bandorê li ser aborî û jiyana rojane bike.

Di rojnameya El Cizîrê de gotar bi sernavê "Rojhilata Navîn di navbera projeyên dagirkeriyê de û divê ereb biyar bidin" weşandiye. Di gotarê de bandora şer li ser hevsengiyên herêmê nirxandiye. Serkeftina leşkerî nayê wateya hedefên siyasî pêk were. Heke tê raghandin ku bi ser ketine nayê wateya ku şer bi dawî bûye.

CIVÎNA SHENZHEN Û ENCAMÊN WÊ

Civîna Shenzhen bala şîrovekarên siyasî kişand. Di civînê de paşeroja sîstema navneteweyî hatiye nirxandin. Her wiha derfetên ku ji nû ve hevsengiya hêzan çêbe, nîqaş kirine.

Rojnameya El Xelîc di gotara bi sernavê "Lûtkeya Shenzhen û kabûsa Yaltayê" gotiye ev dewletên ku tev li civîna Shenzhen bûne bi serê xwe dikarin ji bo aramî û ewlehiya cîhanê biryar bidin. Di civînê de têkildarî dosyayên heyî tu gavên piratîkî nehatine avêtin.

Rojnameya El Cizîrê ya Erebistana Siûdî di gotarekê de bi sernavê "Yalta û Shenzhen: Nêzîkbûna bi hêvî" civîna Shenzhen nirxandiye û gotiye dibe ku hêzên mezin li hevdû civiyan lê nayê wateya ku dê hêzên navneteweyî ji nû ve dizyn bikin. Nirxê civînan jî li gorî biryarên ku tê de hatine wergirtin.

(np)

ANHA