Xwendekarekî zanîngehê li ser rêya Şêxmeqsûdê hat revandin

Xwendekarekî Zanîngeha Helebê dema ji zanîngehê vedigere mala xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê hat revandin.

Xwendekarekî zanîngehê li ser rêya Şêxmeqsûdê hat revandin
5 cotmeh, 2025   13:37
HELEB
XEYAS ŞEMSEDÎN

Xwendekarekî zanîngehê ku nexwest navê xwe aşkera bike ji ajansa me (ANHA) re daxuyand ku şevê berê, saet di 17.20ˊan de dema ew ji Zanîngeha Helebê vedigerî mala xwe ya li taxa Şêxemqsûdê li ser rêya ber bi taxê ve li nêzî Nadî El Celaa erebeyek tê de çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hebûn, dît.

Xwendekar diyar kir ku beriya ku ew kolanê derbas bike, dît ku ew çekdar dîmenê wî dikişînin. Dema ew di kêlek erebeyê re ber bi taxa Şêxmesûdê ve derbas dibe, gotinên nijadperestî jê re tên kirin û bêyî tu sedeman tê sekinandin. Çekdaran li dora wî girt û telefona wî bir.

Piştî li telefonê nêrîn, dîtin hin sembolên Kurdî hene. Çekdar jê dipirsin ku tu Kurd î? û pêre dengê wan bilind dibe, gefên qetilkirinê dixwin.

Xwendekar anî ziman ku piştî bi çend kulman lê didin, tûrekî ji cawê reş dixin serê wî. Dûre destên wê girê didin û ber bi cihekî nediyar ve dibin. Li wir lê didin û pêlê dikinê. Di encamê de şopên lêdanê li ser tevahî gewdeyên wî çêdibin.

Piştî saetekê ji revandin û lêdanê, wî diavêjin li ser rêyeke sereke ya nêzî cihê jê revandin e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rewşên lêdan û heqaretê yên nijadperestî di nava çekdarên komên hêzên hikumeta veguhêz de belav in, bi taybet li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Beriya 3 rojan ji bûyerê, ciwanek ji gundê Til Eran bi hinceta guhdarîkirina li stranên Kurdî hatibû revandin. komên ew revandiye li hember berdanê pere ji malbatê xwestin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê 2ˊyê Cotmeha 2025ˊan ragihandibû ku ciwanê bi navê Ebûd Ehmed Cuma Eto (30) ê ji gundê Til Eranê yê gundewarê başûrê Helebê bi hinceta guhdarîkirina li stranên Kurdî, li kargeha xalê xwe ya erebeyan li gund, hatiye revandin.

Rêxistinê dabû zanîn ku Ebûd Eto di dema destpêkirina krîza Sûriyeyê de ji Sûriyeyê derketibû û di vê dawiyê de bi qesda serdana malbat û xizmên xwe ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya gundê xwe.

(fr)