Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket

Di komxebatê de ku ji bo rewşa zimanê kurdî ya li Sûriyeyê Zanîngeha Rojava li dar xist, hat destnîşankirin ku divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û di qada perwerde û saziyan de bê berfirehkirin.

Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
Li Zanîngeha Rojava li ser rewşa zimanê kurdî komxebatek li dar ket
13 cotmeh, 2026   16:00
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava, li avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya dehan xwendekar û mamoste, nivîskar, helbestvan, rojnamevan û kesên ku bi zimanê kurdî re eleqeder dibin ên li Qamişloyê û derveyî Sûriyeyê, bi navê “Zimanê kurdî li Sûriyeyê di pêvajoya nû de: Rastî, astengî û asoyên siberojê” komxebatek li dar xist.

Ev komxebat bi biryara 964/2068’an a Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re ya têkildarî zimanê kurdî hate lidarxistin.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, komxebat li ser 5 xalên ku di nav de girîngiya zimanê kurdî di parastina nasnameya çandî, pêvajoya pêşxistina wê di salên borî de, astengiyên ku rastî wê tê, pêşxistina bikaranîna wê di perwerde û saziyên fermî de bi rê ve çû.

Helbestvan Gulîzar ji Siwêdê, nivîskar Kemal Necim ji Qamişloyê, rojnamevan Remezan Olçen ji Belçîkayê, mamosteyê wêjeya kurdî yê li Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf, akademîsyen Robîn Reşvan ji Washingtonê yekser û online beşdarî komxebatê bûn.

ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ; PÊVAJOYA PÊŞXISTINÊ

Di xala yekemîn de helbestvan Gulîzar bi rêya online tev li komxebatê bû organîzvanên komxebatê spas kir û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî, rola wê ya di pêşxistina wêje û çanda kurdî, xala xwe bi gotina helbestekê bi dawî kir.

Di xala duyemîn de nivîskar Kemal Necim jî behsa girîngiya hebûna zanebûn û agahiyan ji bo parastina maf kir û da zanîn ku divê mirov hemû aliyan nas bike da ku bang û daxwaz zelal were nîşandan.

Kemal Necim bal kişand ser rewşa zimanê kurdî di nava Şoreşa Sûriyeyê û berhemên ku kurdî yên ku derketin, her wiha xebatên ji bo parastina nirxê manewî û çandî yê gelê Kurd.

Kemal Necim destnîşan kir ku zimanê kurdî di salên şoreşê de gavên pêşketî pêk anî, gelek berhemên çapkirî derketin, ev hişt ku ziman bi awayeke berfireh were pêşxistin, ev rê li ber metirsiyên windabûn û ji bîrkirina ziman girt.

Kemal Necim dûrxistina zimanê kurdî ji sazî û sûkên li herêmê ji hêla Rêveberiya Xweser rexne kir û da zanîn ku parastina ziman divê bi bikaranîna wê di hemû aliyên jiyanê de pêk bê, şaşiyên zimanî yên ku di pêvajoya entegrasyona saziyan de derket ji ber vê yekê bû, pankart û nivîsên bi zimanê kurdî ne rast tên nivîsîn.

Necim da zanîn ku divê zimanê kurdî bibe zimanekî pîşeyî û fermî, ji bo hemû alî û beşan bê bikaranîn, divê parêzer xebatê xwe bi kurdî bimeşîne, wê mîna van gavan bihêle zimanê kurdî li jiyana giştî û saziyan belav bibe.

‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ DI PERWERDEYÊ DE BÊ BIKARANÎN’

Di xala sêyemîn de rojnamevan Remezan Olçen ji Ewropayê bi rêya online tev li komxebatê bû, bal kişand ser rola Zanîngeha Rojava di pêşxistina zimanê kurdî de, da zanîn ku ev gav wê encamên erênî bi xwe re bîne.

Olçen destnîşan kir têkoşîna ji bo zimanê kurdî dihêle ku zimanê kurdî di hemû aliyên jiyanê ji dibistan heta zanîngehê ve, rewabûna xwe bigire,

Remezan Olçen da zanîn ku tişta ku rastî Kurdan hatiye ji dema embratoriyan heta qonaxên dewletên neteweyî hişt ku siyaseta ferzkirina zimanekî bi tenê li her çar parçeyên Kurdistanê pêk were.

Di xala çaremîn de mamosteyê wêjeya kurdî li Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf axivî û behsa zehmetiyên hundir û derve yên li pêşiya pêşxistina zimanê kurdî kir, her wiha astengiyên li pêşiya gelê Kurd kir, da zanîn ku ziman nirx û rewabûna xwe di dema fermîkirinê de digire, ji bo pêşxistina cihê zimanê kurdî ev xal anîn ziman:

- Ji bo misogerkirina parastina ziman û pêşxistina wê, dayîn qanûn û biryarên fermî netêrker e.ê dayîn.

- Divê derfetên perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê bên dayîn.

- Divê gotinên di pirtûkên dibistanan de wergerê zimanê kurdî bên kirin.

- Materyalek bi tenê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bê danîn, li gorî wê divê zaravayên zimanê kudî li ber çavan bê girtin.

- Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê ya nû de bê tesbîtkirin.

TECRUBEYÊN NAVNETEWEYÎ Û PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Komxebat bi pêşkêşkirina xala pêncemîn a ku ji hêla Akademisyen Robîn Reşvan ji Washintonê bi dawî bû, Robîn Reşvan da zanîn ku nimûne û tecrubeyên navneteweyî ji bo parastina zimanên dayikê hene, ev hiştiye ku taybetmendiyên zimanan di nava dewletan de bê parastin.

Robîn Reşvan da zanîn ku divê perwerdeya zimanê kurdî bê dayîn, perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji lingên esasî yê parastina ziman û misogerkirina domandina wê ye.

Piştre beşdaran nerînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî ji çarçoveya perwerde û însiyatîfên çandî derbasî qonaxa bikaranîneke berfirehtir a di nava saziyan û qada pîşeyî bibe, divê ew di destûrê de bê tesbîtkirin bi vî awayî dê hebûna wî di jiyana giştî ya li Sûriyeyê de bê pêşxistin.

(sb)

ANHA