Roja Zarokan li zarokên şehîdan hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Zarokan a Navneteweyî,  Kampanyaya Newroz çalakiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist.

20 mijdar, 2026   15:40
KOBANÊ

Bi boneya Roja Zarokan a Navnetweyî, Kampanyaya Newroz bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan û Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê ji bo zarokên şehîdan çalakiyek li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Kampanyaya Newroz Hemûdê Ebdela ev roj li hemû zarokan pîroz kir û diyar kir ku ew ê her tim li kêleka zarokên şehîdan bin.

Hevseroka Meclisa Malbatê Şehîdan Eyşa Efendî jî axivî û ev roj li zarokên şehîdan pîroz kir û got: "Hûn in ên ku dê xeyalên bavên xwe pêk bînin. Em ê bi hev re mafê Kurdan ê siberojê bi dest bixin."

Di çalakiyê de gelek lîstik, stran, şano û çalakiyên hunerî ji aliyê komên Hîlala Zêrîn ve hatin pêşkêşkirin.

Çalakî bi belavkirina diyariyan ji bo zarokan û gerandina govendê bi dawî bû.

(so/k)

ANHA