Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava: Em piştgiriyê didin xwendekaran

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyanî da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin xwendekarên zanîngehê.

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava: Em piştgiriyê didin xwendekaran
23 mijdar, 2026   14:38
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, em tekez dikin ku tûndî ne tenê bi êrîşên li ser laş ve sînordar e, lê hemû awayên tirsandin, durxistin, binpêkirina mafan û hewildanên ji bo bêparhiştina jinan ji mafê xwe yê perwerdehiyê, beşdarbûnê û parastina nasnameya xwe jî dihewîne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi xemeke kûr geşedanên dawî yên têkildarî mijara entagrasyona zanîngehê û rewşa redkirin û nerazîbûna berfireh a xwendekaran li hember şertên pêşniyarkirî, dişopîne. Ev şert di nav xwe de metirsiyên rastîn dihewînin ku gefeke li ser pêşeroja wan a akademik, mafên wan ên perwerdeyî û taybetmendiya çandî, zimanî û civakî; taybetmendiyên ku cewhere nasnameya Zanîngeha Rojava û rola wê di civakê de pêk tînin."

Meclisa Jinan di daxuyaniyê de piştgiriya xwe anî ziman û got: "Ji ber berpirsyariya me ya li hember xwendekaran û xema me ya li ser pêşeroja nifşên ciwan û mafê wan ê perwerdeyeke ku rûmet, nasname û taybetmendiya wan biparêze, em piştgiriya xwe bi daxwazên wan ên rewa re radigihînin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de êrişa li ser xwendekarên Zanîngeha Rojava nirxad û got:"Êrişa ku li dijî xwendekarên keç ên zanîngehê pêk hat, aloziya xeternak a ku di 16'ê vê mehê qewimî, birîndarbûna xwendekaran û bikaranîna çekan di nav kampusa zanîngehê de, bûyereke pir xeternak e ku zirarê dide ewlehî û rûmeta zanîngehê û gefê li mafê xwendekaran ê hebûna jîngeheke perwerdeyî ya ewle, dixwe. Zanîngeh qada zanist, diyalog û pirrengiyê ye, ne cihê tundûtûjî, tirsandin û ferzkirina helwestan a bi darê zorê ye."

Di dawiyê de hate gotin: “Li ser vê bingehê, em wek Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava: 

- Piştgiriya xwe ya tam bi xwendekarên Zanîngeha Rojavayê re di daxwazên wan ên rewa de û mafê wan ê derbirîna aştiyane ya redkirina şertên ku gefê li pêşeroja wan a akademîk û nasnameya wan a çandî û zimanî dixwin, radigihînin. 

- Em hemû şêweyên tundî, êriş û tirsandinê yên di nav kampusa zanîngehê de red dikin. 

- Em tekeziyê li ser pêwîstiya beşdarkirina nûnerên xwendekaran, kadroyên akademik û îdarî û desteyên peywendîdar di her nîqaş an rêkeftineke têkildarî pêşeroja zanîngehê de dikin. 

- Em daxwaza misogerkirina naskirina bawernameyên zanîngehê, parastina mafên xwendekaran di berdewamkirina xwendina xwe de û rêgirtina li windabûna pêşeroja wan a zanistî û pîşeyî, dikin. 

- Em tekeziyê li ser pêwîstiya parastina zimanê Kurdî û misogerkirina cihê wî di perwerdeyê de û parastina taybetmendiya çandî, civakî û akademîk a Zanîngeha Rojava di çarçoveyeke ku rêzê li pirrengiya herêmê û pêkhateyên wê digire, dikin. 

- Em di wê baweriyê de ne ku pêşeroja zanîngehê nikare li ser hesabê pêşeroja xwendekarên wê were avakirin û entagrasyoneke ku maf, rûmet û nasnameyê neparêze, nikare aramî yan jî hevkariyeke rastîn pêk bîne. Ji ber vê yekê, em bang dikin ku zimanê diyalog û berpirsyariyê serdest bibe, rêz li îradeya xwendekaran were girtin û ji bo dîtina formûleke dadperwer ku zanîngeh, mafên xebatkar û xwendekarên wê biparêze û destkeftiyên ku bi saya fedakariya keç û xortên vê herêmê hatine bidestxistin misoger bike, xebat were kirin. 

Em ji xwendekarên birîndar re şifaya lezgîn dixwazin."

(np)

ANHA