ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2026
23 mijdar, 2026   02:00

Demsala zivistanê dest pê dike lê sotemenî û elektirîk nîn e, av kêm jî e û her tişt biha ye. Sermaya zivistanê dê li ser gel barekî mezin be. Bi taybet malbatên ku derfetên wan kêm e, zarokên wan hene, îxtiyar û astengdar lê hebe dê gelekî zehmetî bibîne. Şêniyan ji bo bikarin debara xwe bikin, xwepêşandan organîze kir û daxwaz ji hikûmetê kir ku sotemeniyê erzan bike. Lê tu aliyan bersiv neda daxwaziyên gel. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên PYD‘ê dan zanîn ku tundiya li dijî jinan encama zîhniyeta baviksalar e ku rê li ber azadiya jinan û mafê wan digire. Her wiha îşaret pê kir ku divê hişmendî were guhertin û wekheviya di navbera herdu zayendan bê pêşxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

562 malbatên koçberên Serêkaniyê li kampa Newrozê ne û li benda vegera li cih û warê xwe ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di navbera Danezana Destûrî û daxwazên destûra daîmî de, dosyayên hevsengiya di navbera desthilatan, serxwebûna dadmendî, misogerkirina mafan, azadiyan, pirrengiya neteweyî û zimanî li beramberî mafên siyasî rastî muqayesekirinê tê, di demekê de ku li mijarên mafan, desthilatdariyê, lawaziya saziyan rastî rexneyên giran tên.

Bi boneya 25‘ê Mijdarê, Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Yekitiya jinên Ciwan şanoyekê li navenda çand û hunerê ya bajarê Hesekêpêşkêş dikin, saet 14.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)