Ji Danezana Destûrî ber bi destûra daîmîve; li Sûriyeyê hewcedariya çi bi guhertinê heye?

Di navbera Danezana Destûrî û daxwazên destûra daîmî de, dosyayên hevsengiya di navbera desthilatan, serxwebûna dadmendî, misogerkirina mafan, azadiyan, pirrengiya neteweyî û zimanî li beramberî mafên siyasî rastî muqayesekirinê tê, di demekê de ku li mijarên mafan, desthilatdariyê, lawaziya saziyan rastî rexneyên giran tên.

Ji Danezana Destûrî ber bi destûra daîmîve; li Sûriyeyê hewcedariya çi bi guhertinê heye?
23 mijdar, 2026   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya veguhêz a ji danezana destûrê ya Sûriyeyê (13 Adar 2025) ber bi destûreke daîmî ve diçe, rastî hin dozên qanûnî û siyasî tên.

Ji ber nebûna însiyatîfên xebitandina ser destûrê, li gel şêniyên Sûriyeyê pirsên aliyên ku dê destûrê binivîsin û temsîleyet dê bi çi awayî be derdikeve holê, tê gotin gelo dê di nav de pisporên qanûnî, nûnerên hêzên siyasî, pêkhateyên neteweyî, olî, çandî, jin, ciwan û civaka sivîl cih bigirin an na, li aliyeke din dê reşnivîş pêşkêşî nîqaşeke giştî bi rêya komeleyên damezrîner, nerînên gelêrî bê kirin û biryara wê bi vî awayî bê stendin an an.

Ev yek di demekê de ku saziyên hikumetê dest bi “gavên ji bo aktîfkirina çavdêriya li ser desûra qanûnan” kiribû pêk hat, herî dawî ji hêla Dadgeha Destûrî ya Bilind di 9`ê Mijdarê de bi beşdariya wezîr û berpirsyarên hikumetê “komxebata destûrî” hatibû lidarxistin, ev komxebat ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya hevkariya di navbera desthilata zagonsaz, rêveber û dadmenî de pêk hat.

DANEZANEKE DEMKÎ BI DESTHILATÊN BERFIREH

Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera Danezana Destûrî ya ku ji 53 madeyan û ji 4 beşan pêk tê, di 13`ê Adara 2025`an îmze kir. Ev yek ji bo birêxistinkirin qonaxa veguhêz a 5 salan pêk hat, li gorî xala 52`yan ev yek piştî biryardayîna ser destûreke daîmî û çêkirina hilbijartinan bi dawî dibe.

Danezan di madeya duyemîn de behsa prensîba veqetandina di navbera desthildariyan dike, di madeyê de çawaniya birêxistinkirina desthilata zagonsazî, rêveberî, dadmendî, maf û azadiyan heye, lê tişta ku di qonaxa veguhêz de tê dîtin, biryarên di destê serokatiyê de ji hêla hiqûqî û siyasî de rastî pirsan hat.

Di vê der barê de rêxistina Human Rights Watch di 25`ê Adara sala 2025`an de diyar kir ku Danezana Destûrî rê dide ku desthilata rêveber biryarên berfireh bie, têkildarî nebûna mercan û çavdêriya serbixwe, parastina mafê mirovan da.

Di 20`ê Îlona 2025`an de Gerînendeyê Rêveber ê Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê kaxezeke analîzê weşand, tê de tê gotin ku aliyên danezanê yên erênî di milê maf û azadiyan de hene, lê di dabeşkirina desthilata, lawaziya beşdariya siyasî û civakî di çêkirina wê de kêmanî tên dîtin, daxwaz kir ku bê sererastkirin, di nava sererastkirinê de hevsengiya saziyan, çavdêrî û hesabxwestinê hebe.

DABEŞKIRINA DESTHILATAN… JI BIRYARDARIYA BERFIREH BER BI ÇAVDÊRIYÊ VE

Di pêşgotina dosyayên de dabeşkirina di navbera her sê desthilatan de, di destûra daîmî de bi hacetî çareseriyê ye.

Di desthilata rêveber de, di madeya 31 û 42`yan de tê gotin ku serokkomar dikare wezîran biguhere, serokê şandeyên dîplomatîk tayîn bike, imzeya dawî li hevpeymanan bixe, qanûnan pêşinyar bike û piştî biryargirtina ji parlamanê biryara derxistina qanûnan bide, her wiha li gorî madeya 41`an dikare şer, seferberî û rewşa awarte ragihîne.

Li gorî madeya 26`an heta çêkirina destûreke daîmî û pêkanîna hilbijartinên zagonsazî yên nû desthilata zagonsaz di destê parlamanê de ye, di madeya 24`an de jî hilbijartin bi rêya desteyên kometiya bilind a ku ji hêla serokkomar vet ê avakirin û serokkomar ve pêk tên.

Di madeya 30’an de erka parlamanê heye, ji wan pêşinyara qanûnan û sererastkirina wan, erêkirina hevpeymanan û biryardayîna buçeya giştî, pêkanîna rûniştinên guhdarkirina li wezîran, li aliyeke din nikare baweriyê ji hikumetê bikşîne û nikare lêpirsînên parlamanî yên serbixwe çêbike.

Ev made pirsên têkildarî hêza desthilata zagonsaz di pêkanîna çavdêriyekê li ser desthilata rêveber derdikeve holê.

Li aliyeke din pispor û hiqûqnas dibînin ku destûreke daîmî ji hêla xebatên desthilatan, biryargirtina têkildarê lêpisînê û çavdêriya li hemberî hev, de bi hacetî zelaliyekê ye, bi vê gavê rê li ber binpêkirina biryaran tê girtin, sazî jî serxwebûnê bi dest dixin.  

SERXWEBÛNA DADMENDIYÊ Û ÇAVDÊRIYA DESTÛRÎ

Di madeya 43`yan de ya di Danezana Destûrî de “serxwebûna desthilata zagonsazî” heye, bi vê yekê tê diyarkirin ku tenê qanûn li ser dadweriyê ye.

Lê di madeya 47`an de tê destnîşankirin ku serokkomar dikare endamên dadgeha destûrî ya bilind ku ji 7 endaman pêk tê hilbijêre û tayîn bike, ev yek ji milê hiqûqnasan ve ji ber nebûna mekanîzmayeke serbixwe rexne derketin holê.

Di 7`ê Tîrmehê (2026) Ehmed El Şera bi biryarnameya 149`an Îsam Xalid El Xilêf kir serokê dadgeha destûrî ya bilind û 6 endamên din tayîn kir.

Ev biryarname ji bo dadgehê, wekî gavekê heta derketina qanûna birêxistinkirina xebatê hat derxistin.

Di 19`ê Tîrmehê (2026) de dadgehê ji bo temamkirina qanûna birêxistinkirinê û çandina wê ya ji aliyên peywendîdar re, civîna xwe ya yekemîn ji bo nîqaşkirin ser projeya qanûna birêxistinkirina xebatê û pisporiyan li dar xist.

Serokê Dadgehê Îsam El Xilêf, serokê Komîteya Kar û Barên Destûrî û Zagonsazî li Parlamanê Ebdulnasir Hoşan di 20`ê Cotmehê (2026) de ji bo mekanîzmaya koordîneya der barê çavdêriya ser destûra qanûnan, lêkolînkirina wekheviya di navbera projeyên qanûnan û hevpeymanên bi Danezana Destûrî de hevdîtin pêk anîn.

Herî dawî di komxebata ku dadgehê di 9`ê Mijdarê (2026) de li dar xistibû têkildarî girîngiya çavdêriya berê li ser projeyên qanûnî nîqaş hatin pêşxistin, hat diyarkirin ku divê bi danazana destûrî, maf û azadiyên esasî de, zagonsazî wekhev bin.

Tevî van gavan, mijara serxwebûna dadgeha destûrî, avakirina wê, mekanîzmaya xebata wê li beramberî destûra daîmî de dozên hatine pêşinyarkirin e, bi taybet ji ber divê mekanîzmaya hilbijartinê ne tenê ji hêla desthilata rêveber de pêk were, divê mafê ferd û aliyên ku di rêya gihandina çavdêriyeke destûrî de zirar dîtine bê misogerkirin, her wiha divê xebatên dadgehê li gorî parastina mafan li hemberî zagonsazî û rêveberiyê bê berfirehkirin.

MAF Û AZADIYAN… MISOGERIYA DESTÛRÎ YA BI HACETÎ PARASTINÊ NE

Di beşa duyemîn a danezanê de beşa maf û azadî heye, di nav de misogeriyên der barê azadiya nerînê, xweîfadekirinê, ragihand, rojnamevanî, azadiya baweriyan, milkê taybet, beşdariya siyasî, avakirina partiyan, komele û sendîqeyan, mafê jin û zarokan, qedexekirina îşkence û windabûna bi darê zorê cih digirin.

Di madeya 12`an de hatiye destnîşankirin ku maf û azdiyên ku di hevpeyman û danezanên mafê mirovan ê navneteweyî de hatine diyarkirin, ji hêla Sûriyeyê ve hatine erêkirin beşeke ji Danezana Destûrî ne.

Di madeya 23`yan de di milê pêkanîna maf û azadiyan de, şertên girêdayî mijarên ewlehiya niştîmanî, saxlemiya xakê û saxlemiya giştî, sîsteman giştî, rêgirtina ber pêkanîna sûcan, bêyî diyarkirina hûrgiliyên rêgezan û çavdêriya dadweriyê hatine destnîşankirin.

Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê di kaxeza xwe ya weşandibû de diyar kiriye ku gotina van rêgezan bêyî hûrgiliyên zelal rê li ber nasandineke bi darê zorê vedike, daxwaz kir ku şert û merc li ser maf û azadiyan neyê danîn, tu alî nêzî cewherê mafan nebe, bang hat kirin ku divê azdiya kombûyînan û xwepêşandanên aştiyane, mafê pêkanîna grave, avakirina sendîqeyên serbixwe, xwegihandina agahiyan û beşdariya siyasî ya çalak bê misogerkirin.

Bi vê gavê re pêdiviya bi hiqûqnasiyê tê dîtin, divê destûra daîmî ji misogeriyên zelal pêk were, divê mekanîzmayên parastinê, aliyên berpirsyar, rêyên dayîna mafan di dema dîtina binpêkirinan de bê danîn.

Tişta girêdayî mafê jinan di destûrê de jî, hejmara parlamenterê jin di parlamanê de ji 210 endaman tenê 21 jin in, li milekî din di nava 23 wezaretên girêdayî hikumetê de tenê wezîreke jin heye. Têkildarî mijara entgreya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî hîn nehatiye çareserkirin bûye mijara nîqaşan.

PIRRENGIYA NETEWEYÎ Û ZIMANÎ

Di madeya 7`an de bal hatiye kişandin ser pirrengiya çandî ya civaka li Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, misogerkirina mafê çandî û zimanhî yê hemû Sûriyeyan, di madeya 10`an de hatiye diyarkirin ku divê li beramberî qanûnê wekhevî hebe, cudekariya nîjadî, dîn û zayendî tune be.

Di madeya 4`an de zimanê erebî wekî zimaneke fermî yê dewletê hatiye destnîşankirin û behsa rewşa destûrî ya ji bo zimanên din, mekanîzmaya bikaranîna wê di perwerde, rêveberî û saziyên giştî de nehatiye kirin, her wiha behsa zimanê kurdî yê ku di asta duyemîn a zimanan li Sûriyeyê ye nehatiye kirin. 

Her wiha di nivîsê de bal hatiye kişandin ser pirrengiya çandî û mafê zimanî bi awayeke giştî, lê behsa naskirina pirrengiya neteweyîm, mekanîzmaya parastina nasnameya çandî, zimanê pêkhateyan, misogeriya beşdariya di saziyên dewletê û cihê biryardariyê de nehatiye kirin.

Danezana Destûrî ji hêla hêzên siyasî yên kurdî û suryanî, di nav wan de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ji ber nebûna pirrengiya neteweyî û olî li Sûriyeyê, her wiha nebûna misogeriyên destûrî yên zelal di mafê pêkhetyan û şêweyê nenavendî ji bo rêvebirinê, rastî redkirinê hat.

MSD`ê daxwaza careke din çêkirina danezanê de li gorî misogerkirina wekheviya niştîmanî, dabeşkirineke zêdetir adilane ya desthilatan kir, bal kişand ser helwestên kurdî û suryanî û da zanîn ku divê pirrengî, mafê neteweyî, çandî û zimanî tê naskirin, paşguhkirina hikumetê ji naskirina zimanê kurdî û boneyên neteweyî yên kurdî jî qebûl nekir.

Di 17`ê Çileyê (2026) de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya serokatiya Sûriyeyê ya hejmara 13`an a der barê mafê welatiyên Kurd ê çandî, zimanî û sivîl wekî gava yekemîn pênase kir, lê xwest ku divê destûreke daîmî ji bo îfadekirina îradeya hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bê derxistin.

Bi vî awayî divê di destûra daîmî de misogeriyên destûrî yên zelal hebe, di nav de pirrengiya neteweyî, çandî, zimanî, mafê pêkhateyan di parastina nasnameya xwe, zimanê xwe yê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê hebe, her wiha divê beşdariya siyasî û sazûmanî, pêkanîna wekheviya temamker di hemwelatiyê de bê misogerkirin, bi taybet li herêmên kurdî ku niha navendîbûn, rakirina perwerdeya bi zimanê dayikê ji holê tê rakirin tê redkirin.

ŞIKLÊ DEWLETÊ… DOSYAYA KU DI DANEZANÊ DE NEHATIYE ÇARESERKIRIN

Tevî di madeya yekemîn de yekbûna Sûriyeyê di milê erdîngarî û siyasî de hatiye destnîşankirin, lê di danezanê de bi awayeke hûrgilî sîstema îdariya xwecihî, awayê biryardariya di navbera navend û herêman de nehatiya nasandin, nimûneya nenavendîbûna siyasî û îdarî jî nehatiye diyarkirin.

Ev mijar yek ji dozên ku bi hacetî nîqaşke destûrî niştîmanî ye.

Hêzên siyasî yên li Sûriyeyê, wekî MSD`ê, partiyên kurdî, suryanî û hêzên şoreşa Sûriyeyê bang li pergaleke demokratîk nenavendî dikin, dixwazin ku welat di milê biryardariyê ve di nava yekrêziyekê de be, beşdariya xwecihî bê pêşxistin, dibînin ku divê di destûra daîmî de têkiliya di navbera hikumeta navendî û rêveberiyên xwecihî bê zelalkirin, xebatên qada zagonsazî, rêveberî, îdarî û darayî bê diyaririn.

SERERASTKIRINA DESTÛRÊ Û BIRYARA WÊ

Doza mekanîzmaya sererastkirina nivîsa destûrî û biryargirtina wê yek ji dozên ku bi hacetî çareseriyê ye, di madeya 50`î ya danezanê de tê diyarkirin ku divê sererastkirina wê li gorî pêşinyara serokkomar û bi erêkirina parlamanê pêk were, ev yek dihêle ku pêkanîna sererastkirinê jî tenê di destê serokkomariyê de be.

Li gorî destûrên li cîhanê, pêdiviya destûra daîmî bi mekanîzmayeke hevkar a ku rê dide sererastkirin ji gelek aliyan ve pêk were, heye.  

DESTÛREKE NÛ… JI BIRÊXISTINKIRINA QONAXA HEYÎ BER BI AVAKIRINA DEWLETÊ

Muqayesekirina di navbera Danezana Destûrî û daxwazên destûra daîmî de destnîşan dike ku zehmetiya heyî ne tenê di pevguhertina danezaneke demkî bi destûreke daîmî ve girêdayî ye, divê pê re dozên bingehîn ên têkildarî dabeşkirina desthilatê, serxwebûna dadmendiyê, çavdêrî û hesabxwestinê, misogeriya maf û azadiyan, naskirina pirrengiyê, diyarkirina awayê dewletê û sîstema hikumetê bê çareserkirin.

(sb)

ANHA