Li Derayê ji ber teqîna bermahiyên şer zarokek mir

Li Derayê zarokekî di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da, her wiha ji ber teqîna mayinekê li Dêrazorê ziyanên madî çêbûn.

Li Derayê ji ber teqîna bermahiyên şer zarokek mir
23 mijdar, 2026   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku zarokê bi nave Bekir Elî Ferhan ji gundê Asim ê li herêma Lecat a Derayê, ji ber teqîna mayineke şer jiyana xwe ji dest daye. 

Her wiha mayineke ku rejîma Baasê li pey xwe hiştibû li bajarokê Baxûz ê li rojhilatê Dêrazorê teqiya, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, duh li gundê Um Xuzeym ê li Xan Şêxûn li başûrê Idlibê, di teqîna mayinekê de 5 kesan ku di nav wan de zarok jî hebûn, jiyana xwe ji dest da û çend jî birîndar bûn.

(k)

ANHA