Rêber Abdullah Ocalan: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e

Rêber Abdullah Ocalan: Bi taybetî em dixwazin bi wan demokratan re Komara Demokratîk ava bikin ku bawer dikin, bi misogeriya qanûnî ya Kurdan a weke hêmaneke esasî ya damezrîner Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe modeleke mînak û vê yekê ji xwe re dikin esas.

Rêber Abdullah Ocalan: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e
23 mijdar, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da, daxuyanî bi vî awayî ye:

"Di 22'ê Mijdara 2026'an de weke heyeta Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anîn.

Weke ku meha derbasbûyî ji raya giştî re hate ragihandin, me dît ku Birêz Ocalan derbasî cihê nû bûye ku li nava girtîgehê hatiye avakirin. Eşkere ye ku ev yek ji bo mercên jiyan û karkirinê rewşeke erênî ye. Ya ku niha divê bê kirin afirandina wan derfetên ragihandinê ye ku Birêz Ocalan karibe karê xwe yê mezin ê du sal in ji bo aştî û hevgirtina dîrokî ya Tirk û Kurdan dike bi rengekî hevgirtî bi xwe ji çapemeniyê û raya giştî re ragihîne. Di asta heyî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de desteyên ku di çarçoveya qanûna çarçoveyê de hatine destnîşankirin divê bikaribin bixebitin û zemîna hiqûqî bê avakirin.

Birêz Ocalan bi biryar e ku di vê qonaxê de weke Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê karên xwe xurt bike û bi dewamî bimeşîne.

Nirxandinên Birêz Ocalan ên di hevdîtinê de kir bi kurtasî bi vî rengî ye:

"Em di qonaxeke welê de ne ku aliyê xwe yê pratîkî xurt e û di dîroka Komarê de dikare bibe xaleke werçerxê. Ji bo ev qonaxê derbasî demeke nû bibe pêwîstî hem bi kûrbûn û karekî pir alî hem jî bi baldariya li pêşberî xeteriyan heye.

Li Tirkiyeyê divê siyaset di hevkêşeya zext, tevdan û nerazîbûnê neyê asêkirin. Eger ev hevkêşe qada siyasî ya li Tirkiyeyê bloke bike, weke ku di dîroka Komarê de hate dîtin dibe ku zemîneke welê ava bibe ku dînamîkên li derveyî demokrasiyê li ser wê tevbigerin. Hedefa esasî ya van avaniyan her tim hêzên demokrasî û aştiyê, bi taybetî jî Kurd e û di çarçoveya vê armancê de daxwaza têkbirina qada siyasî û civakî ye. Ev pêvajoya ku em bi hesasiyeteke mezin dimeşînin ji bo welêt û herêmê xwedî potansiyeleke xurt a veguherînê ye, lewma hewldanên hêz û navendên cuda yên ji bo bicihanîna planên xwe yên xeraker, her tim wê hebin. Tedbîra herî xurt û bi bandor a li hemberî van ew e ku pêvajo bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk bê xurtkirin.

Ez pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke demokrasiyê dinirxînim. Hewldaneke dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêkeke bi vî rengî bi kêrî her koma civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê tê; di heman demê de li dijî karên darbekar û zîhniyetên nijadperest e. Siyaseta demokratîk li ser têkilî û bûyerên rojane nayê meşandin; pêwîstiya xwe bi bernameyeke ji pîvanan a hevgirtî heye, li ser rêgez û pîvanan nêzî hev dibe. Divê qada siyasetê karibe hunera hilberîna demokrasiyê nîşan bide.

Edalet, hiqûq û demokrasî daxwaza temamiya gelên Tirkiyeyê ye, ne tenê ya Kurdan e. Kurd alîgirê aştî, xwişk û biratiyê ne, heta dawiyê alîgirê xwedîderketina li Komarê ye. Tevlîbûna Kurdan a li nava komarê jî li ser zemîneke demokratîk a ewle û misoger dikare pêk were. Komareke bi vî rengî jî bi naskirina hemû nasnameyan dikare biafire. Komargerên tengbûyî yên ji vê aciz in, bi fikrê 'bila biçûk be, lê ya min be' tevdigerin. Komara Demokratîk wê Tirkiyeyê mezin bike û veguherîne modelekê.

Li pêşberî van armancên mezin hin rewşên ku îro diqewimin bi ti awayî nayên qebûlkirin û îzahkirin. Bi taybetî mirina li girtîgehan, betalkirina înfazê, kiryarên cuda li girtîgehên cuda hewldanek tehrîk û tevdanê ya li dijî pêvajoyê ye.

Avakirina civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê garantiya siberojeke wekhev û azad e. Weke ku her mijarê nêzîkatiya me ya li mijara baweriyan jî li ser vê bingehê ye. Em wê civakîbûnê ji xwe re dikin esas ku bi rengekî azad bi çanda xwe dijî, her mafên xwe bi rengekî ewle dikare bi kar bîne û van hemûyan jî digihîne sazîbûn û rêgezên demokratîk.

Bi taybetî em dixwazin bi wan demokratan re Komara Demokratîk ava bikin ku bawer dikin, bi misogeriya qanûnî ya Kurdan a weke hêmaneke esasî ya damezrîner Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe modeleke mînak û vê yekê ji xwe re dikin esas."

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

Li gel hurmetên xwe. 22'ê Mijdara 2026"